00:35 18 Çile 2018
Zindî
    Êrişa Stockholmê

    Ozbekistanê endamtiya DAIŞê ya êrişkarê Stockholmê serast kir

    © REUTERS/ Per Haljestam
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 40

    Wezareta Derve ya Ozbekistanê di daxuyaniya xwe ya ji bo êrişa bajarê Stockholma Swêdê ku kesek bi girtî dihate darizandin ragihand ku endamê rêxistina terorîst a DAIŞê ye.

    Êrişa Stockholmê
    © REUTERS/ TT News Agency/Anders Wiklund
    Wezareta Derve ya Ozbekistanê di daxuyaniya xwe ya ji bo êrişa bajarê Stockholma Swêdê ku kesek bi girtî dihate darizandin ragihand ku endamê rêxistina terorîst a DAIŞê ye. Di êrişê de 4 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û 15 kes jî birîndar bibûn.

    Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Rakhmad Akilovê 39 salî ku niha li Swêdê ji mijara êrişa kemyonî ya Stockholmê girtiye berê li Ozbekistanê jî ji endamtiya rêxistina terorîst hat darizandin. Akilov li Ozbekistanê ji bo herin Sûriyeyê û tevlî DAIŞê bibin bang li însanan dikir."

    ‘ME TEHDÎDBÛNA WÎ GIHANDE DEWLETÊN ROJAVAYÎ'

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Ozbekistanê derbarê tehdîdbûna Akilov berê ajansên îstîxbarî yên dewletê rojavayî hatine agahdarkirin.

    Êrişkar di 7ê Nîsanê de li ser cadeya herî qelebalix a Stockholmê kemyon bi ser avahiyeke danûstandinê ve ajotibû û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 15 kes jî birîndar bibûn.

    Bi heman mijarî:

    Gumanbarê êrişa Stockholmê: Min bi ser bêbaweran de ajot
    Şîna keça siyasetmedarê kurd Kemal Burkayî li Stockholmê dom dike
    Li Stockholmê wesayetek bi ser gel ve ajot
    Komkujiya Şingalê li Stockholmê hate protestokirin
    Etîketan:
    Êrişkarê Stockholmê, Wezareta Derve ya Ozbekistanê, Rakhmad Akilov, Stockholm, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de