06:40 28 Gulan 2018
Qezaya trafîkê

Otobusa rewiyan û tankêr li hev qelibîn: 24 mirî û 9 birîndar

© REUTERS / Sam Mircovich
Cîhan
Lînkê kurt
0 30

Hat ragihandin ku li Meksîkayê otobus û tankêra sotemenî li hev qelibîn û di encama qezayê de 24 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên berdest, li Meksîkayê otobusa rewiyan û tankêra sotemenî li hev qelibîn, li gorî amareyên pêşî di qezayê de 24 kesan jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.

Bûyera qezayê li bajarê Petacalco ku dikeve başûrê welat pêk hat. Sedema qezayê nehat diyarkirin û tîmên agirkuj xebatên xwe yên tefandinê didomînin.

Berpirsekî ewlehî yê bajarê Petacalcoyê ku nexwest navê xwe eşkere bike ragihand ku hinek rêwiyên otobusê bi şeweyekî fecî şewitîne.

Bi heman mijarî:

Trump: ‘Meksîka têra xwe ji Amerîkayê sûd wergirtiye'
Koşka Spî: ‘Bi çi awayî be jî’ wê Meksîka pereyên dîwar bide
Trumpî, dîwarê navbera Meksîka û Amerîkayê li cihê wî parast
Şepalekê li Meksîkayê nava geştyaran qetand
Li Meksîkayê rojnamevanekî din ji terefê kesên çekdar ve hat kuştin
Etîketan:
24 mirî 9 birîndar, Qezaya trafîkê, Petacalco, Meksîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de