18:15 17 Çile 2018
Zindî
    Zarokên penaber ên Mûsilê li kampê

    ‘15 hezar zarok di metirsiyê de ne'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Li gorî hişyariya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ji ber lehiya li Peruyê bi hezaran zarok di nav metirsiya xelayê da ne.

    Li gorî daxuyaniya Maria Luisa Fornaraya Nûnera Peruyê ya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEFê, li herêmên ku herî zêde di bin tesîra lehiyê da man 15 hezar zarokên ku emrê wan ji 2 salî piçûktir in nikarin bi qasî ku têr xwarinê bixwin, avê vexwin û ji jiyana tenduristiyê dûr in.

    Maria Luisa Fornarayê destnîşan kir ku li herêmên bakur ên ku herî zêde di bin tesîra lehiyê da man malbatên bêmal bûn û niha di konan da jiyana xwe didomînin, di van rewşan da herî zêde zarok bi nexweşiyên neksê û rûviyan dikevin. Dibe ku zarok bi nexweşiyên kêmxwarinê bikevin, divê em pêşî li vê bibirin.

    Li Peruyê ji ber barana gur lehî rabibû û 106 kes di lehiyê da miribûn, gelek kes jî bêmal mabûn. Di dawîya rêbendanê da li Lîmaya paytex û bajarên Arequîpa, Huancavelîca û Icayê rewşa derasayî hatibû îlankirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Peruyê bo Amerîkayê: "Serokê me yê berê dersînor bikin"
    Putin û Duterte li Peruyê hatin ba hev
    Abe û Putin li Peruyê xweş û bêş bûn
    Dibe Lavrov û Kerry li Peruyê hevdîtinê bikin
    Li Peruyê qezaya otobusê: 16 mirî û 32 birîndar
    Etîketan:
    15 hezar zarok di metirsiyêde ne, Nûnera Perûyê ya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEFê, Maria Luisa Fornaraya, Peru
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de