01:15 19 Kanûn 2017
Zindî
    Nikki Haley

    Amerîka ji vetoyê aciz bû: Êdî li dinyayê tu hevalekî we nema

    © REUTERS/ Samantha Sais/File
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Li Konseya Ewlehî ya Neteweyên (KENY) pêşnûmaya Sûriyeyê ku ji terefê Amerîka, Fransa û Îngîltereyê ve hatibû amadekirin ji Rûsyayê ve hat vetokirin.

    Piştî vetoyê Nûnera Daîmî yê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley di axaftina xwe de got: "Esad û hikûmeta Sûriyeyê êdî li dinyayê tu hevalekî we nema. Amerîka hemû çalakiyên we ji nêzîk ve dişopîne."

    Îngîltereyê jî piştî biryara veto ya Rûsyayê ku pêşnûmaya Sûriyeyê li Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî veto kir daxuyaniyek belav kir.

    ‘DIGEL VETOYÊ EM Ê HISAB BIPIRSIN'

    Nûnerê Daîmî yê Îngîltere li Neteweyên Yekbûyî Matthew Rycroft jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku Rûsya mafê xwe yê vetoyê pêk anî û nîşanda ku ne li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ye. Ev biryareke rexnekirina mirinan e, çawa tê vetokirin. Digel vetoyê jî em ê hisabê vê ji rejime bipirsin. Dibû ev pêşnûma ji bo qurbanên êrişê bibûna destpêka hisap pirsînê, lê em rastî vetoya Rûsyayê hatin."

    Bi heman mijarî:

    Rapora KENY: DAIŞ êdî di pozisyona parastinê de ye lê hêj jî metirsî ye
    Çurkin: Me pêşnûmaya ji bo agirbesta li Sûriyeyê pêşkeşî KENY kir
    KENY, piştî agirbesta Sûriyeyê dicive
    Lavrov: KENY divê lîsteyên rêxistin ên terorê di demê de nû bike
    KENY piştî êrîşa DYAyê bi awayekî awarteyî civiya
    Etîketan:
    Nûnerê Daîmî yê Îngîltere li Neteweyên Yekbûyî, Nûnera Daîmî yê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî, Matthew Rycroft, Nikki Haley, Îngîltere, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de