20:29 16 Tebax 2017
Zindî
    Kemal Burkay û keça xwe Helîn Burkay

    Şîna keça siyasetmedarê kurd Kemal Burkayî li Stockholmê dom dike

    © Foto: Kemal Burkay
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 83 0 0

    Şîna keça Kemal Burkayê siyasetmedar û helbestvanê kurd Helîn Burkayê li Stockholm didome. Hat ragihandin hêj dîroka roja cenazeya Helîn Burkayê nehatiye aşkerekirin.

    Xwarzîka Kemal Burkayî hunermend Seher Dilovan û Serokê Giştî yê Hakparê Refîk Karakoç jî di nav de gelek kes û derdorên siyasî û navdar di şîna Helîn Burkayê ya keça Kemal Burkay de cih digirin.

    Helîn Burkay nûxuriya yekem yê Kemal Burkayî ye. Dema ku Hêlîn Burkay hatiye jiyanê ew di nav xebatên doza kurd de bûye û piştî vê bi 6 mehan ketiye hepsê. Burkay salên dûdirêj bi hesreta keça xwe mabû û bi helbestek ku di sala 1974an de binavê 'Hêlîn' li ser keça xwe nivîsandibû bi vî awayî hestên xwe yê hesretiyê anîbû ziman.

    Helbesta Burkayî di sala 2004an de li bajarê Cremona yê Îtalyayê xelata herî bi prestîj ya Premio Cremonayê girtibû. Helîn Burkay roja 7 Nisanê de di encama qezayek ya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû

     

    Bi heman mijarî:

    Keça Kemal Burkay jiyana xwe ji dest da
    Keça Kemal Burkay di qezayek trafîkê de bi awayekî giran birîndar bû
    Etîketan:
    Helîn Burkay, Kemal Burkay, Stockholm
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de