13:45 21 Hezîran 2018
Talîban - Afganistan

200 milîtanên Talibanê teslîmî hêzên ewlehî bûn

© AP Photo /
Cîhan
Lînkê kurt
0 11

Hat ragihandin ku li wilayeta Belxa ya Afganistanê 200 milîtanên Talibanê çek danîn û teslîmî hêzên hikûmetê bûn.

Li gorî zanyariyên berdest ku Parlementerê Belxê Alem Xan Azadî, Serokê Şêwra Bajarê Belxê Muhammada Afzal Hedîd, Serokê Îstixbarata Balxê Îbadullah Îbad û Midûrê Emniyeta Belxê Sayed Kemal Sadat beşdarî merasima teslîmbûna milîtanan bûn.

Alem Xan Azadî di axaftina xwe ya merasimê de got: "Bi danîna çekan ve li herêmê dê îstiqrar çêbibe û gelê di nav aramiyê da bijî." Serokê Şêwra Belxê Hedîd jî diyar kir ku kes bi rêya şer û pevçûnê ve nagihîje armancên xwe.

Ji aliyê din ve Han Muhammed Çirîkê fermandarê milîtanên ku teslîm bûn jî got: "Me fêm kir ku em ê bi çekên ve negihîjin tu encamekê. Ji ber vê yekê me çekên xwe danîn û em teslîm bûn. Em ê êdî mil bidin dewletê û bi terorîstan ra têkoşînê bikin."

Bi heman mijarî:

Li Afganistan û Pakistanê aşît: Herî kêm 140 mirî
Sînorên Afganistan-Turkmenistanê ji darbeyên îslamîstan dihejin
Afganistan – 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Li Afganistanê êrişa hewayî: 25 sivîl hatin kuştin
Talîbanê li Afganistanê 52 sivîl revandin
Etîketan:
Hêzên ewlehî yên Afganistanê, Rêxistina Talîbanê, Han Muhammed Çirîk, Alem Xan Azadî, Muhammada Afzal Hedî, Belxa, Afganistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de