17:34 20 Çile 2018
Zindî
    Hezaza li Guatemalayê

    Hezaz li Kolombiyayê: 112 mirî

    © AP Photo/ Moises Castillo
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21

    Li Kolombiyayê hezaz pêk hat û li gorî zanyariyên pêşîn di encamê de herî kêm 112 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Di kanzayê de hezaz çêbû
    © Foto: AA/ Mustafa Dermencioğlu
    Li herêma Putumayo ya li rojavayê başûr ê Kolombiyayê hezaz pêk hat. Xaça Sor di derbarê bûyerê de daxuyanî da û ragihand kul i gorî znayariyên pêşîn 92 kesan jiyana xwe ji dest daye. Paşê Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos axivî û eşkere kir ku hejmara miriyan gihîştiye 112an.

    200 KES BIRÎNDAR BÛN, GELEK KES JÎ WENDA NE

    Rayedaran dest nîşan kirin ku zêdetirî 200 kesan birîndar bûne û ji ber hezazê gelek kes jî wenda ne.

    Hat diyarkirin ku di saetên şevê de di encama baranê de çem di ser re çûne û ji ber wê yekê gelek xanî di bin axê de mane.

    Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos çû herêma Putumayoyê û eşkere kir ku ji ber bûyerê leşker li herêmê hatine bicihkirin.

    ​17 TAX WENDA BÛN, ELEKTRÎK Û AV JI BO HERÊMÊ NIKARE WERE DAYÎN

    Şaredarê Mocoaya paytexta herêma Putumayoyê Jose Antonio Sanchez di daxuyaniyeke xwe ya ji bo radyoyê de dest nîşan kir ku hemû xaniyên 17 taxan din axê de mane û ji bo hemû herêmê elektrîk û av
    Nikare were dayîn.

    ​Li gorî rayedarên meterolojiyê meha Adarê li Kolombiyayê ji sala 201an û vir ve ev cara pêşîn e ew qas zêde baran dibare.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de