06:24 20 Çile 2018
Zindî
    Wezîrê Parastinê yê Kanadayê Harjit Sajjan

    Kanadayê dema mayîna leşkerên xwe yên li Hewlêrê dirêj kir

    © REUTERS/ Blair Gable
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 31

    Kanadayê dema mayîna leşkerên xwe yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê 3 mehên din dirêj kir.

    Dewleta Kanada ya ku di nava hêzên hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê de cih digire, dema mayîna leşkerên xwe yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê 3 mehên din dirêj kir.

    Wezîrê Parastinê yê Kanadayê Harjit Sajjan got, "Dema mayîna hêzên me yên ku di çarçoveya hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Iraqê dimînin, ji bo 3 mehên din hatiye dirêjkirin."

    Sajjan her wiha da zanîn ku erka leşkerên wan ên ku wê 3 mehên din jî li Herêma Kurdistanê û Iraqê bimînin, naguhere û got, "Erka hêzên me di 3 mehên pêş de her wekî xwe dimîne, ku wan di şerê li dijî DAIŞê de perwerdehî dida leşkerên Iraqî û şêwirmendiya wan dikir."

    Kanadayê di sala 2014an de beşdarî hêzên hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê bûbû û ji bo perwerdehî û şêwirmendiya hêzên Pêşmerge û leşkerên artêşa Iraqê leşkerên xwe şandibûn Herêma Kurdistanê û Iraqê.

    Bi heman mijarî:

    Kanada: Em ê 800 kurdên êzidî bigirin
    Kanada çekan dikire ta ku ji Pêşmergeyan re bişîne
    Kanada wê alîkariyê bişîne ji pêşmergeyan re
    Yawer: Wê Kanada çekan bide Pêşmerge
    Kanada: 28 kesan ji bo koçberiyê serî lê da
    Etîketan:
    Iraq, Hewlêr, dema mayînê, dirêjkirin, leşker, Wezîrê Parastinê yê Kanadayê, Harjit Sajjan, Kanada
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de