00:52 24 Hezîran 2018
Prosesa Çekdanînê ya FARCÊ

Dê FARC 400 çekên din radestî NYyê bike

© AP Photo / Fernando Vergara
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Şefê Misyona Kolombiyayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jean Arnault ragihand ku dê Hêzên Çekdarên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) dawiya heftê 400 çekên din radestî wan bikin.

Arnault ji rojnamevanan re da xuyakirin, di çarçoveya peymana FARCê û hikûmeta Kolombiyayê ya aştiyê de, heta niha 85%ê çekan hatine tomarkirin û tê çaverêkirin ev hejmar bigihîje 7 hezar çekan.

Nûnerê NYyê diyar kir, hin çekên di destê rêxistinê de nû ne û dê dawiya hefteyê jî 400 çekên din bo NYyê werin radestkirin.

Prosesa çekdanîna FARCê 1ê Adarê destpê kiribû û 26 herêmên ku milîtan lê kom bibin hatibûn diyarkirin. Di çarçoveya peymana çekdanînê de FARCÊ 17ê Adarê 140 çekên xwe radestî çavderên NYyê kiribû.

 

Bi heman mijarî:

'Tirkiye naxwaze biryara bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê bê mezinkirin'
Berpirsekî YNKê: Ji bo xizmeta welat pêwîst e YNK û PDK li hev bikin
DYA: Çûna Esad ne armanca me ya sereke ye
Barzanî li ser referandûma serxwebûnê Guterres agahdar kir
Berdevka HSDê: Operasyona Tebqayê li gor hatiye plankirin birêve diçe
Barzanî ji Sekreterê NYê re: 'Em di demek nêz de referandûma serxwebûnê dê pêk bînin'
Etîketan:
FARC, Kolombiya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de