18:00 11 Kanûn 2017
Zindî
    Hevdîtinên Cenevê yên Aştiya Sûriya

    Heyeta ENKSê ji civînên Cenevê vekişiya

    © AP Photo/ Xu Jinquan
    Cîhan
    Lînkê kurt
    170

    Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) beşdarbûna xwe di nav civînên dijbereya Sûriyeyê û Cenêvê de vekişand.

    Li gorî zanyariyên berdest, ji ber ku dijbereya Sûriyeyê razî nebû projeya ENKSê bibe beşek ji danûstandinan, lewma beşdarbûna xwe di nav civînên dijbereyê û Cenêvê de da sekinandin

    Endamê Şanda Danûstandin a Dijbereyê Fûad Elîko, Endamê Desteya Bilind a Danûstandin Hekîm Beşar, Emdamê Komîteya Şêwirdariya siyasî Hewas Egîd, Endamê Komîteya Ragihandinê Rêzan Osman ku di heman demê de nûnerên ENKSê ne civînîn şanda dijbereyê boykot kirin û êdi ew beşdarî civînan nabin.

    Hat ragihandin ku Desteya Bilind a Danûstandinan razî nebû ku projeya Encûmena Niştîmaniya ya Kurd bibe beşek ji danûstandinên bi şanderê navneteweyî ji bo Sûriyê Staffan De Mistura re.

    Bi heman mijarî:

    ENKS: PYDê di hefteyekê de 62 endamên me desteser kirine
    ENKS banga aramiyê li alîgirên xwe kir
    ENKS: NATO Pêşmergeyên Roj perwerde dike
    ENKS: NATO Pêşmergeyên Roj perwerde dike
    ENKS diçe Washingtonê
    Etîketan:
    Hevdîtinên Cenevê, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Hewas Egîd, Hekîm Beşar, Fûad Elîko, Cenev, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de