08:35 23 Çile 2018
Zindî
    Fermandarê Amerîkî Joseph Votel

    Fermandarê Amerîkî: Zehmet e li Mûsilê pêşiya windahiyên sivîl bê girtin

    © REUTERS/ Kevin Lamarque
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 41

    Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Orgeneral Joseph Votel diyar kir, her çiqas ‘Standardên herî bilind’ werin bikaranîn jî zehmete ku pêşiya windahiyên sivîl bê girtin.

    Votel di nirxandinên xwe yên li Encûmena Nûneran a Amerîkayê ya Komîteya Xizmetên Çekdarî yên Rojhilata Navîn û ewlekariyê de, bersiv da pirsên li ser windahiyên sivîl ên êrîşên balafirên hevpeymaniyê yên li Sûriyê û Mûsilê.

    Votel got ku di êrîşên asmanî de ji bo sivîl nebin hedef ‘standardên bilind' hene, lê dîsa jî ‘windahiyên nayên xwestin' çêdibin ku wan li ser wan lêpirsîn daye destpêkirin.

    Fermandarê Amerîkî bal kişand ser ku DAIŞ fikara wan a ji bo windahiyên sivîl çênebin, astengiyan ji wan re derdixe û got, ‘Ew hesasbûna me ya li ser sivîlan bikar tînin. Li herêmên ku serjimarî zêde ye, zehmet e em standardên xwe yên bilind bikar bînin. Lê dîsa jî emê biceribînin.'

    Votel da xuyakirin, artêşa Iraqê li rojavayê Mûsilê di nav 37 rojan de 284 leşkerên xwe winda kirine û 1600 leşker jî birîndar bûne.
    Wî herwiha eşkere kir ku ji destpêka operasyona Mûsilê ve jî 490 leşkerên artêşa Iraqê hatine kuştin û 30 hezar leşker jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Ji Rûsyayê rexneya DYAyê bo Mûsilê: Hûn qet şerm nakin?
    Şahê Erebîstanê ji Ebadî xwest pêwendiyan bihêz bikin
    Ji Rûsyayê bo Minbicê alîkariya mirovî û tibbî
    ‘Ji bo rizgarkirina Musilê rojên bi jimar mane’
    'Di navbera Rûsya û welatên Rojava de şerê sar nîne'
    Lavrov: Rûsya û Amerîka dikarin bi hev re careke din li Sûriyê kar bikin
    Etîketan:
    Operasyona Mûsilê, Iraq, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de