22:51 22 Çile 2018
Zindî
    Penaber

    Dîsa bota koçberan binav bû: 145 koçber winda ne

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21

    Neteweyên Yekbûyî ragihand ku bota koçberên ku piraniya wan welatiyên Nijerya, Malî û Gambiyayê bûn û dixwaztin ji Libyayê biçîn Îtalyayê li Behra Spî binav bûye û di encamê de jî ji 146 koçberan 145ê wan winda ne.

    Bobelat binavbûna bota koçberan dîsa li nêzî peravên Libyayê qewimî

    Li gorî daxuyaniya îro yê Neteweyên Yekbûyî bota ku ji bajarê Sabrathayê ku dikeve bakurê Libyayê roja dûşemê an jî yekşemê ku biçe Îtalyayê bi rê ketibû di Behra Spî de binav bû û di encamê de jî tene kesek xilas bû, 145 kes jî winda ne.

    XEBATÊN LÊGERÎNÊ DEWAM DIKIN

    Komsertiya Bilind yê Koçberan a Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku koçberê ku xilas bûye ji Gambiyayê ye û bi keştiyekê aydî hêzên Spanyayê birine girava Lampedusa yê Îtalyayê.

    Tîmên xilaskirin-legerînê xebatên bo lêgerîna koçberên di botê de dewam dikin, helikopter bo piştgiriyê bi keştiyan re hatin şandin herêmê.

    Bi heman mijarî:

    Li Kuşadasiyê keştiya penaberan noqî avê bû: 11 mirî, 4 wenda
    Termên 3 muretebata keştiya Tirkiyeyê ya li beravên Lîbyayê noq bûbû hatin dîtin
    Korsanan li Libyayê 4 muretebatên keştiya Tirkiyeyê dîl girtin
    Li Lîbyayê keştiya penaberan serûbino bû: 74 kes mirin
    Li Deryaya Spî keştiya penaberan binav bû: 7 kes mirin û 96 winda ne
    Etîketan:
    winda, binavbû, koçber, bot, Neteweyên Yebkûyî (NY), Behra Spî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de