16:50 23 Tebax 2017
Zindî
    Balafira kargo ya Tirkiyeyê

    Balafir li çiya qelibî: 6 mirî

    © REUTERS/ Vladimir Pirogov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7111

    Hat ragihandin ku li sînorê Mozambîk û Zimbabveyê balafirek ket, di encama ketina balafirê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Li gorî zanyariyên berdest, li welatên Efrîqaya Başûr li sînorê Mozambîk û Zimbabveyê balafirek ket, di encama ketina balafirê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Li gorî nûçeyên çapameniya herêmî, balafira ku 2 muretebat û 4 rêwiyên wê hebûn û ji bajarê Beiraya Mozambîkê ji bo bajarê Harareya Zimbabveyê diçû ket.

    Midûrê Ewlehî yê Mozambîkê Gelindo Vumbuca di daxuyaniya xwe de got: "Bûyera ketina balafirê li herêma çiyayî ya sînorê Mozambîkê qewimî. Li gorî texmînên me ji ber mija zêde balafir li çiya qelibiye û ketiye."

    Hat ragihandin ku 6 kesên di encama ketina balafirê de jiyana xwe ji dest dan bi helîkopterê rakirin morga Nexweşxaneya Mutare ya Zimbabveyê.

    Bi heman mijarî:

    Li bajarê Samsunê yê Tirkiyeyê balafir ket xwarê
    Li Awistiralyayê balafir ket
    Li Rioyê balafir ket: Dadgerê Dadgeha Bilind a Brezîlyayê jî tê de bû
    Li Çînê balafir ket: 2 mirî
    Li Kolombiyayê balafir ket: 5 mirî
    Li Îranê balafir ket: Pîlot mir
    Etîketan:
    Li Efrîqaya Başûr balafir ket, Midûrê Ewlehî yê Mozambîkê, Gelindo Vumbuca, Mozambîk, Zimbabve
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de