07:39 21 Tebax 2017
Zindî
    Yemen

    ‘Bi hezaran berhemên dîrokî zirar dîtin'

    © REUTERS/ Naif Rahman
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1702

    Midûrê Giştî yê Abîde û Muzeyan ê Yemenê Muhanned el Siyani ragihand ku di şerê 2 salî de bi hezaran berhemên dîrokî wêran bûn û muze hilweşiyan.

    Yemen piştî êrîşên hewayî
    © REUTERS/ Khaled Abdullah
    Muhannid el Siyani di axaftina xwe de got: "Me lîsteya 50 cihên çandî ku ji êrişên balafirên koalîsyonê werin parastin amade kiriye. Mixabin li hemberî van cihan jî êrişên hewayî pêk tên û hinek cih bi dehên caran hatin bombekirin."

    El Siyani di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di çarçoveya van êrişên hewayî ku çiqas zirar dane berhemên dîrokî de tu done di destê me de tunene. Dema derfeteke me wiha çêbû em ê bi pisporan vê rewşa berhemên dîrokî zelaltir bikin. Hinek cih divê pêşî ji mayîn û teqemeniyan werin paqijkirin. Ji bo rastkirin û restorasyonê jî pêwistî nêzîkî bi milyonek dolar heye."

    ‘BERHEMÊN DÎROKÎ JI BO CIHÊN EWLE HATIN VEGUHESTIN'

    Mîdûrê muzeye di dirêjiya axaftina xwe de got: "Berhemên dîrokî ji bo ku ji êrişên hewayî werin parastin ji bo cihên bi ewle hatin veguhestin. Lewra Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) êrişa li dijî berhemên dîrokî qedexe kiriye û weke sûc dihesibîne. Piştî ku li Yemenê aramî saz bû em ê derheqê wan welatên ku êrişî berhemên dîrokî dikin li dadgeha navneteweyî dozê vekin."

    Bi heman mijarî:

    “Eger pêwîst be, Îran dê baregehên xwe li Yemen û Sûriyeyê damezirîne”
    Îran: Dibe em li Yemen û Sûriyê baregehên deryayî ava bikin
    Yemen - Balafirên şer li milîsên şîe yên Hûsî dan
    Yemen- Lêdana balafiran didom e û balafirek winda ye
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Etîketan:
    Midûrê Giştî yê Abîde û Muzeyan ê Yemenê, Muhannid el Siyani, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de