14:37 22 Îlon 2017
Zindî
    Êrîşa Londonê ya li ber parlamena Brîtanyayê

    Nasnameya êrîşkarê Londonê diyar bû

    © REUTERS/ Eddie Keogh
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 14811

    Nasnameya êrîşkarê paytexta Brîtanyayê Londonê diyar bû. Di êrîşa li ber parlamenê de yek jê polîs 4 kesan can da û 20 kes jî birîndar bûn.

    Li gor Independentê, çavkaniyên ewlekariyê ragihandin ku êrîşkar hemwelatiyê Îngilîz ê bi eslê xwe Jamaîkayî Abû Izeddînê 41 salî ye. Derket holê ku di êrîşê de 3 welatiyên Fransî jî birîndar bûne.

    Li gor nûçeyê êrîşkar Abû Izeddîn li herêma Hacney a Londonê jidayik bûye heta 18 saliya xwe ku berî misilmantiyê hilbijêre navê wî Trevor Brooks bûye.

    Hat zanîn ku berî niha bi hinceta ‘alîkariya darayî ya terorê û propagandaya terorê' li Izeddîn 4 sal û nîv cezayê girtîgehê hatiye birîn. Izeddîn piştî 3 sal nîvan di gulana 2009an de ji girtîgehê hatiye berdan.

    Di nûçeyê de herwiha hat gotin ku Abû Izeddîn berdevkiya rêxistina Al Ghuradaa ya ku di çarçoveya yasayên terorê de hatiye girtin jî kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Noqava nû ya Fîloya Behrareş a Rûsyayê: Marlîn-350
    Îsraîlê ji gotinên Erdogan ên şibandina naziyan re bertek nîşan da
    Li Urmiyeyê 4 kolberên kurd di bin aşîtê de man
    Zaxarova: ‘Ji bo Ewropayê dema çarenûsê hatiye'
    Ji bo parlamanterê HDPê biryara anîna bi zorê
    Li beriya Parlamentoya Brîtanyayê êriş: 2 kes mirin 12 kes jî birîndar bûn
    Artêşa Tirkiyeyê li Çiyayê Cûdiyê dest bi operasyonê kir
    Etîketan:
    Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de