09:56 21 Îlon 2017
Zindî
    Wezîrê Karên Derve yê Heyama Trump Rex Tillerson

    Tillerson: Gelek alîkarên Lîderê DAIŞê Bexdadî, hatin kuştin

    © AFP 2017/ ERIC PIERMONT
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Wezîrê Karên Derve ê DYAyê Rex Tillerson, amaje kir ku gelek alîkarên lîderê DAIŞê Ebûbekir el Bexdadî, hatine kuştin.

    Wezîrê DYAyî ê ku di civîna konferansa li dijî DAIŞê a li Washingtonê de axivî diyar kir ku heta niha gelek alîkarên Bexdadî di êrişên koalisyona navnetewî de hatine kuştin.

    ‘JI KUŞTINA BEXDADÎ RE HINDIK MA'

    Tillerson, amaje kir ku di nava serkirdeyên DAIŞiyên ku hatin kuştin de kesên ku êrişên Parîs, Bruksel û hin herêmên din kiribûn jî hebûn. Herwiha hat amajekirin ku kuştina Bexdadî jî nêz e.

    ‘RÊXISTINBÛNA DAIŞÊ JI SEDÎ 90 KÊM BÛ'

    Tillersom amaje kir ku DAIŞ plana êrişên xwe yên ku li welatên Ewrûpayê pêk tîne li bajar li Reqayê dike û got rêxistinbûna DAIŞê li gorî sala par ji sedî 90 kêm bûye.

    ‘DIVÊ HEVKARÎ BÊ ZÊDEKIRIN'

    Wezîrê DYAyî Tillersom destnîşan kir ku ji bo têkbirina DYA divê hevkariya di nava koalisyona navnetewî û welatên din bê zêdekirin.

    ‘WÊ HERÊMÊN BIHURBAR ÊN  BI ÎSTÎKRAR BÊN AVAKIRIN'

    Ji aliyê din ve Tillerson destnîşan kir ku DYA bo alîkariya vegera penaberan bike dixwaze ku li Sûriyeyê herêmên bihurbar ên bi îstîkrar ava bike. Tillerson got: "Hêj ku li sûriyeyê gelek çalaki tên kirin, ez  dikarim bibêjim ku zextên li dijî DAIŞê wê zêde bibin. Bi armanca ku alîkariya vegera penaberên sûriyî, bi rêya agirbestê  em ê hewl bidin ku herêmên bihurbar ên bi îstîkrar ava bikin.'

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê êrişa li dijî ewlehî ya Bangladeşê girte ser xwe
    Hêzên Iraqê DAIŞê li heremekê teng dorpeç kirine
    Artêşa Sûriyeyê fermandarê DAIŞê yê fermana şewitandina kavilên dîrokî dabû kuşt
    Artêşa Sûriyeyê li Dêra Zorê êrîşeke DAIŞê têk bir
    Amerîka: Em piştgiriya Rûsyayê ya dijî DAIŞê piştguh nakin
    Etîketan:
    herêmên bi îstîkrar, şerê li dijî daişê, Rex Tillerson
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de