14:25 22 Îlon 2017
Zindî
    Kim Jong-un

    Koreya Bakur ceribandineke 'têkçûyî' ya moşekan pêk anî

    © REUTERS/ KCNA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3010

    Li gel ku rageşî di navbera Koreya Bakur û DYAyê de zêde bûye jî, lê dîsa jî birêveberiya Pyonyangê ceribandineke din a moşekan kir. Ceribandina Koreya Bakur û DYAyê ragihand ku ceribandin neserkeftî bû.

    Fermandariya Pasîfîk DYAyê ragihand ku ceribandin danê sibehê pêk hatiye û bi awayekî têkçûyî bi dawî bûye ku moşek "piştî avêtinê bi çend saniyeyan teqiyaye".

    Wezareta Parastina Koreya Bakur ragihand ku ceribandin li navçeya Wonsanê ya li rojhilatê Koreya Bakur pêk hatiye.

    Ji aliyê din ve, Wezareta Parastina Koreya Bakur diyar kir ku hewl didin hîn bibin bê cûreya moşekê çi ye.

    Koreya Bakur par jî çend ceribandinên têkçûyî yên moşekên Musudanê yên dûrahiya navendî pêk anîbûn ku li welatî bûbû sedema şermê.

    DYA: DIBE CERIBANDIN ZÊDE BIBIN

    Rayedarên Parastinê ya DYAyê duh daxuyaniya dabû û ragihandibû ku Koreya Bakur   dê di nava çend rojan de ceribandineke nû pêk bîne.

    Herwiha rayedaran ragihandibû ku çalakiyên xwe yên çavdêriyê ji bo Koreya Bakur zêde kirine û tesbît kiriye ku rampayeke moşekan hatiye bicihkirin û ûnîteyeke şopandinê ji bo rayedarên payebilind li Wonsanê tê avakirin.

    Ev ceribandina moşekan a dawî piştî 3 rojan ji wê ceribandina motorê moşekan a serkeftî hat ya ku wek "îcadeke wek şoreşê" hatibû binavkirin.

    Li gel ku Koreya Bakur ragihandibû ku ew motor dê ji bo vekolînên fezayê werin bikaranîn jî, DYA û Koreya Başûr îdia dike ku ev teknolojî dê ji bo programa qedexe ya bipêşxistina moşekên menzil-dûr bên bikaranîn.

    Koreya Bakur par jî du ceribandinên nûkleerê kiribûn û di ser vê mehê de jî çar moşekên balîstîk avêtibûn nava ava Japonyayê ku Seul, Tokyo û DYAyê bertek dabû û di encamê de DYAyê de pergala THAADê bi cih kiribû.

    DYA-KOREYA BAKUR BI-RAGEŞÎ YE

    Tillerson di serdana xwe ya Koreya Başûrî de konferanseke rojnamevanî li dar xist û wiha got, "Bila ez eşkere biaxivim. Siyaseta sebra stratejîk bi dawî bû. Em niha li ser hinek kirarên dîplomatîk, ewlekarî û aborî dixebitin. Hemû alternatîv li ser maseyê ne."

    Neteweyên Yekbûyî qedexe dike ku Koreya Bakur ceribandinên nûkleerî yan jî ceribandinên moşekên balîstîk pêk bîne.

    Koreya Bakur jî tetebîqatên DYA û Koreya Başûr wek tehdîdekê li dijî xwe dihesibîne.
    Herwiha Serokê DYAyê Donald Trump xwe amade dike ku mueyideyên nû li ser birêveberiya Pyongyangê bisepîne.

    Bi heman mijarî:

    Trump ji bo Koreya Bakur: Ev çend sal in hûn bi me re 'dilîzin'
    Tillerson: Sebra Washingtonê ya stratejîk li himberî Koreya Bakur bi dawî bû
    Ji Amerîka bo Japonyayê: Di metirsiya Koreya Bakur de em piştgirê we ne
    Koreya Bakur 4 moşek bi hev re pekandin
    Sedema mirina birayê Serokê Koreya Bakur eşkere bû
    Dîmênên suîqesta birayê Serokê Koreya Bakur derketin holê
    Etîketan:
    moşek, Japonya, Koreya Bakur, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de