15:58 20 Îlon 2017
Zindî
    Hindistan - Zarok

    UNICEF: Her roj 800 zarok ji nebûna avê dimirin

    © AFP 2017/ NARINDER NANU
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2110

    Fona Alîkarî ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di daxuyaniya xwe de ragihand ku her roj 800 zarokên ji 5 salî biçûktir ji ber nebûna ava paqij jiyana xwe ji dest didin.

    UNICEFê di raporta xwe ya Roja Avê ya Cihanê de bal kişand ser guherîna avhewa, zêdebûna hişkesalî û ji ber şer û pevçûnên li gelek herêmên cihanê kêmbûn û gihandina ava paqij kir.

    Li gorî raporta UNICEFê, hersal pêwistiya bi ava paqij zêdetir û kaniyên avê yên li cihanê kêm dibe, li seranserê cihanê bi awayekî cidî 36 welat tengasiya avê dikişinin. Li dinyayê her roj 800 zarokên ji 5 salî biçûktir ji ber peydenekirin û gihandina ava paqij jiyana xwe ji dest didin.

    600 MILYON ZAROK DI BINÊ RÎSKÊ DE NE

    UNICEFê di dirêjiya raporta xwe de ragihand ku li dinyayê bi awayekî lezgîn kanayên avê kêm dibin û hetanî 2040î ji 4 zarokan 1 yanî 600 milyon zarok ji ber nebûna ava paqij an dê bimirin an jî wê nexweşiyeke giran derbas bikin. Li herêmên hişkesalî zarok ji bo peydekirina ava paqij naçin dibistanê û carinan jî zarokên keç rastî dest dirêjiyê tên.

    Li gorî raportê hetanî 2050î wê nêviyê cihanê nikaribe xwe bigihîne kanayên avê yên paqij.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê tabûra Somaliyê ya li Donetskê Tolstih hat kuştin
    Li Somaliyê li dijî otelê êriş: 6 kuştî û bi 10an birîndar
    Neteweyên Yekbûyî: "Li Somaliyê 71 hezar zarok bi mirinê re rû bi rû ne"
    Hejmara miriyên êrîşa li Somaliyê derket 28an
    El Şebab li Somaliyê êrişî otelê kir: 12 kuştî û 25 birîndar
    Etîketan:
    Her roj 800 zarok ji nebûna avê dimirin, Fona Alîkarî ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), Cihan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de