02:20 30 Nîsan 2017
Zindî
    Kim Jong-il

    Koreya Bakur li keştiya balafiran a Amerîkayê 'xist'

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2101

    Koreya Bakur di dema ku gengeşiya bi Amerîkayê re zêde bûye de vîdeoyeke din a propagandayê weşand. Di vîdeoyê de li keştiyeke balafiran û balafireke şer a Amerîkayê ‘tê dayîn'.

    Vîdeo piştî ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di serdana xwe ya Koreya Başûr de gotibû li hemberî rêveberiya Pyongyangê ‘dibe ku çalakiya leşkerî jî li ser maseyê be', hat weşandin.

    ‘KÊREK WÊ DI QIRIKA KEŞTIYA BALAFIRAN DE BIÇIKE'

    Di vîdeoyê de dîmenên ceribandinên dawîn ên moşekên balîstîk ên li Koreya Bakur û tetbîqatên leşkerî yên hevpar ên Koreya Başûr û Amerîkayê cih girtin û keştiya balafir a USS Carl Vinson a ayidê Amerîkayê û balafira şer a Amerîkayê ‘tê teqandin'.

    Di vîdeoyê de gefa ‘kêrek wê di qirika keştiya şer de biçike' hat xwarin. Di dema dîmena ku balafira şer a B-1B ya ayidê Amerîkayê di nava pêtên agir de dimîne jî ev tişt tê gotin, "Balafira bombebaranê piştî di bin agirbaranê de bimîne wê ji asîmanan bikeve xwarê."

    Koreya Bakur tetbîqatên leşkerî yên di navbera ‘birayê dijmin' û Amerîkayê de ji bo xwe wek metirsiyê dibîne.
    Amerîka herî dawiyê piştî Koreya Bakur ber bi Japonyayê moşek firand, pergala moşeka THAADê li Koreya Başûr bi cih kiribû.

    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Tillerson jî di serdana xwe ya Koreya Başûr de gotibû, "Polîtîkaya sebrê ya stratejîk bi dawî bû. Em li rêzemueyîdeyên dîplomatîk, ewlehî û aborî dikolînin. Hemû bijarte li ser maseyê ne" lê di serdema xwe ya Çînê de şêwaza xwe nerm kiribû.

    Koreya Bakur jî di daxuyaniya xwe ya duh de gotibû ew ji gefxwarinan natirsin û tu tişt wê nikaribe bernameya nukleerê bide rawestandin.

    WÊNEYÊ LEŞKERÊ KU LI PIŞTA KIM JONG-UN SIWAR BÛ, DI MEDYAYA CIVAKÊ DE BÛ BÛYER

    Koreya Bakur dawiya hefteyê jî daxuyandibû ku ceribandina motora roketa nû bi beşdarbûna serokê Koreya Bakur Kim Jong-un li baregeha firandinê ya Sohae hat kirin.

    Kim di axaftina xwe ya rêûresmê de ew ceribandin wekî ‘bûyereke mezin a dîrokî' bin av kir û diyar kiribû ev motora nû ji bo bernameya Koreya Bakur ‘îcadeke wek şoreşê' ye.

    Wênyekî di dema ceribandinê de hatibû girtin, li ser medyaya civakî bi lez belav bû.

    Di wêneyê de Kim ji ber biserketina ceribandinê gelekî kêfxweş dibe û fermandarekî li pişta xwe dike.

    Yeni nesil roket motoru denemesi sonrası Kuzey Kore lideri Kim Jong-un'un sevinci
    © Foto: Twitter
    Yeni nesil roket motoru denemesi sonrası Kuzey Kore lideri Kim Jong-un'un sevinci

    Bi heman mijarî:

    Koreya Bakur: Em ji daxuyanîyên Amerîkayê natirsin
    Koreya Bakur 'îcadeke wek şoreş'ê çêkir
    Trump ji bo Koreya Bakur: Ev çend sal in hûn bi me re 'dilîzin'
    Tillerson: Sebra Washingtonê ya stratejîk li himberî Koreya Bakur bi dawî bû
    Koreya Bakur: Ceribandinên me yên moşekan li dijî baregehên Amerîkayê bûn
    Etîketan:
    lêxistin, keştiya balafiran, Amerîka, Serokê Koreya Bakur, Kim Jong-un, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de