21:09 23 Hezîran 2018
Hua Çunying

Çînê bangî Amerîkayê kir: Bes çekan bifiroşin Tayvanê

© AP Photo / Ng Han Guan
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Berdevka Wezareta Derve ya Çînê Hua Çunying bangî Washîngtonê kir û ragihand bi polîtîkaya Çîna yek ve girêdayî bimîne û bes çekan bifiroşe Tayvanê.

Berdevka Wezareta Derve ya Çînê Hua Çunying li Pekînê di civîna xwe ya çapamenî de bangî Washîngtonê kir û got: "Helwesta me qetî û nayê guherandin, divê rêvebiriya Washîngtonê bes çekan bifiroşe Tayvanê."

‘HÊVÎ DIKIN ZIRARE FÊHM BIKIN'

Hua Çunying di berdewamiya axaftina xwe de got: "Mijara firotina çekan a Amerîkayê bo Tayvanê ji bo me hesasiyeteke mezin e û em hêvî dikin zirara vê were fêhmkirin. Divê revebiriya Amerîkayê vê mijarê bi awayekî baldar û rêkûpêk binirxîne û bila Tengava Tayvanê kedê li aştî û aramiya herêmê bike."

Hefteya borî berpirsên tayvanî di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser metirsiya Çînê û ragihandin ku em ê hêza hewayî ji çav derbas bikin û dixwazin ji Amerîkayê balafirên xeyalet bistînin.

22 WELAT DINASIN

Di sala 1949an de piştî ku Mao Zedung li Çînê bû desthilat hinek endamên hikûmetê reviyane Tayvanê û li wir serxwebûn ragihandin. Lê Çînê serxwebûna Tayvanê qebûl nekir. Niha 22 welat Tayvanê weke dewlet dinasin.

Bi heman mijarî:

Hêza Hewayî ya Amerîkayê wê li paşiya Çîn û Rûsyayê bimîne
Çîn û Rûsya, wê dawiyê li hêza leşkerî ya Amerîkayê bînin
Parlamentarê Rûsî: Me S-400 ji Çînê re şandin Tirkiye di dorê de ye
Li Çînê ji ber nexweşiyên şewbê hezar û 409 kesî jiyana xwe ji dest da
Li Çînê 17 karkerên ku di kanayê de asê mabûn mirî hatin derxistin
Etîketan:
Rêvebiriya Tayvanê, Berdevka Wezareta Derve ya Çînê, Hua Çunying, Tayvan, Çîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de