02:53 20 Mijdar 2017
Zindî
    ABD Ulusal Güvenlik Ajansı NSA

    NSA: Li ser Rûsyayê bandor li hejmartina dengan kiriye, tu agahî tune ye

    © AP Photo/ Charles Dharapak
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 540

    Saziya Ewlehî ya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA) daxuyand ku li ser îdiaya Rûsyayê bandor li hejmartina dengên li Amerîkayê kiriye, tu agahî nehat dîtin.

    Di danişîna li Komîteya Îstixbaratê ya Senatoya Amerîkayê de ji Dîrektorê NSAyê Michael Roger's pirsa ‘Tu delîlên we heye ku hackerên Rûsî encamên hilbijartinên li Michigan, Pensilvanya, Wisconsin, Florida, Carolinaya Bakur û Ohioyê guhertiye?" hat pirsîn.

    Rogers got, "Na, tune ye."

    SEROKÊ FBIyê COMEY: LI CEM ME JÎ DI VÎ WARÎ DE TU DELÎL TUNE YE

    Serokê Buroya Lêpirsîn a Federalê (FBI) James Comey jî diyar kir ku saziya wan jî li ser Rûsyayê bandor li hejmartina dengan kiriye, tu delîl nedîtiye.

    Comey bi bîr xist ku FBI ji bo îdiaya Rûsyayê midaxeleyê hilbijartinên serokatiya Amerîkayê kiriye jî lêpirsînê dimeşîne û ev titş gotin:

    "ji aliyê Wezareta Dadê ve ez wek perçeyekî rola îstixbarata dijber, ji bo piştrastkirina hewildanên midaxeleya hikûmeta Rûsya ya li hemberî hilbijartên serokatiya sala 2016an ve hatim erkdarkirin. Ev xebat lêpirsîna çawaniya têkiliyên tîma hilbijartinê ya Serok Donald Trump û kesên hikûmeta Rûsyayê jî di xwe dihewîne."

    Uzaydan gelen görüntülerde San Joaquin Vadisi
    © Foto: European Space Agency/NASA-JPL/Caltech/Google Earth
    ‘HETA KU LÊPIRSÎN NEYÊ TEMAMKIRIN DIVÊ TU ENCAM NEYÊ DERXISTIN'

    Ji aliyê din ve Comey derbirî ku heta lêpirsîn neyê temamkirin divê tu encam neyê derxistin lê di derbarê dîroka qedandina lêpirsînê de jî tu agahî neda.

     

    Bi heman mijarî:

    Ji bo gerstêrkên nû yên hatinê dîtin NASAyê 4 posterên nû çêkirin
    NASAyê aşkere kir: 7 gerstêrkên nû hat dîtin, dibe li ser 3yan av hebe
    Ji NASAyê agahiyên nû
    Ji Roscosmos û NASAyê ji bo Venusê projeya hevpar
    Ji NASAyê qedexeya Tirkiyeyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de