06:01 25 Gulan 2017
Zindî
    Almanya'da metro

    Li Çînê di nava avahiyekê re trên derbas dibe

    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 320

    Li Çînê di nava avahiyeke 19 qatî re istasyona trênê hat avakirin.

    Li rojhilatê başûr ê Çînê li bajarê Chongqingê ji ber zêdebûna serjimarê plansazên bajêr serî li çareseriyeke balkêş dan.

    Li bajarê ku serjimara wê 49 milyon e, di avahiyeke 19 qatî de îstisyona trênê hat çêkirin.

    ​Îstasyon di navbera qatên 6emîn û 8emîn ên avahiyê de hat çêkirin û ji bo çêkirina îstasyonê plansazên bajêr neçar neman ku avahiyê xera bikin. Kesên di avahiyê de rûdinin jî bêyî ku ji avahiyê derkevin li îstasyonê siwar dibin.

    Ji ber pergala dengbirînê niştecihên avahiyê bi qasî dengê makîneya firaxşoyê rastî deng tên.

    Berdevkê ragihandina bajêr diyar dike ku ji ber bajarbûna şaş wan zehmet kişandin ku cihekî vala ji bo îstasyonê bibînin û got çareseriyên wisa aferîner wê bibe sedema guhertineke rasteqîn.

    Bajarê li ber Çemê Yangtzeyê hatiye avakirin û ji ber daristan û girên derdora xwe wek ‘Bajarê Çiyê' tê nasîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Çînê ji ber nexweşiyên şewbê hezar û 409 kesî jiyana xwe ji dest da
    Li Çînê 17 karkerên ku di kanayê de asê mabûn mirî hatin derxistin
    Balafira xeyalet a Çînê J-20 dest bi firînê kir
    Amerîka: Sîstema parastina moşekan ne li dijî Çînê ye
    Şi Cinping Erdogan vexwende Çînê
    Li Çînê êrişa bi kêrê: 5 kuştî û 5 birîndar
    Etîketan:
    avahî, îstasyona trênê, Bajarê Chongqingê, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de