02:22 30 Nîsan 2017
Zindî
    qezaya balafirê-sûdana başûr

    Li Sûdana Başûr qezaya balafirê: îdiakirin ku herî kêm 44 kes mirine

    Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1220

    Li bajarê Wauyê a Sûdana Başûr qezayek balafirê pêk hat. Balafir di dema daketinê li pîstê qelibî û agir pê ket. Tê îdiakirin ku heta niha herî kêm 44 kesan jiayan xwe ji dest daye lê rayedaran diyar kirin ku heta niha 14 kes bi saxî hatin xelaskirin.

    Li gorî agahiyên medyaya herêmî heta niha 44 kesan jiyana xwe ji dest dane.

    Rojnameya The South Sudanese National Courier, wêneyên balafira ku şewitiye belav kir.

    ​​Ji aliyê din ve di radyoyek li Juba ya paytexê Sudana Başûr de hat îdiakirin ku heta niha 9 kes ji balafirê bi saxî hatiye derxistin û wan bo dermankirinê rakirine nxweşxaneyê.

    ​Rayedarek di axaftina xwe ya BBCyê amaje kir ku balafir ji bajarê Jubayê bir ê ketiye.

    Li gorî agahiyên endamek xelaskirinê a di Reutersê, kesek nemiriye lê gelek birîndar hene.

    Peyamnêrê Radio Eye Deng Dimo destnîşan kir ku beriya ketine ji teriya balafirê dixan derketiye û piştî ku ketiye jî bûye wek topek êgir. Ji aliyê din ve rayedarek beyanatek da AFPê û diyar kir ku heta niha 14 kes bi saxî hatiye rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Her 5 kesên di balafirê de jî jiyana xwe ji dest dan
    Koroya Artêşa Sor, piştî qezaya balafirê cara pêşî derket ser dike
    Leşkerek din yê ku ji aliyê balafirê rûs ve hatibû bombebarankirin jiyana xwe ji dest da
    Stenbol: Otobus lê qelibî, bêvila balafirê xwar bû!
    Etîketan:
    mirî û birîndar, qezaya balafirê, sûdana başûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de