Gîtarsît û muzîkjenê navdar Chuk Berry di 18ê Cotmeha sala 1926an de li Calirforniyayê ji dayîk bû û 2 roj berê li mala xwe mirî hate dîtin. Berry ê ku heta niha bi dehan stran û muzîk çêkir gelek xelat jî girt. Derbarê sedema mirina Berry de hêj ti agahiyek zelal nehatiye belavkirin.
"Min plakên xwe bo kesên ku dixwazin bikirin amade kirine. Nijad, nasnameya etnîk, siyaset.. ez van tiştan naxwazin. Min ti caran jî nexwestin."
Chuk Berry dehayê muzîka rock and rollê ku di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da nêrîna xwe ya li ser muzîkê wiha eşkere kiribû.
Berry di jiyana xwe de bi stîla lêdana gîtarê a xweser û awazên ku nivîsandiye, dengê xwe ne tenê li Amerîkayê li seranserê cîhanê da belavkirin. Ew bo bi hezaran ciwanê asî ên di salên 1950an de bû wekî çavkaniyek mezin.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)