18:08 11 Kanûn 2017
Zindî
    Rûsya û Japonya

    Abe, meha peşiya me li Rûsyayê bi Pûtîn re hevdîtinekê pêk tîne

    © REUTERS/ Issei Kato
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Derve yê Japonyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Serokwezîr Şinzo Abê di meha nîsanê de li Rûsyayê bi Pûtîn re hevdîtinekê pêk tîne.

    Rûsya û Japonya piştî 4 salan yekemîn car di formata 2+2 de civînek li dar xistin. Civîn bi tevlîbûna Wezîrên Derve û Parastinê yên herdu welatan pêk hat. Piştî civînê Wezîrê Derve yê Japonyayê Fumio Kişida di daxuyaniya xwe ya çapemenî de got: "Serokwezîr Şinzo Abe di meha nîsanê de ji bo têkiliyên dualî serdana Rûsyayê dike."

    Fumio Kişida di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heke şert û merc destûr bidin Serokwezîr Abe di meha nîsanê de serdana Rûsyayê dike û ji bo hevdîtina bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re me li hev kir. Me biryar da ku em lezê bidin amadehiyên hevdîtinên herdu serokan."

    Civînên bi tevlîbûna Wezîrên Derve û Parastinê yên herdu welatan a di formata 2+2 de herî pêşî di sala 2013an de pêk hatibû. Lê di sala 2014an de ji ber bûyerên Kirimê civîna 2+2 ya navbera herdu welatan hatibû rawestandin.

    Bi heman mijarî:

    Abe: "Çareseriya pirsgirêkan bi diyaloga Trump û Pûtîn ve girêdayî ye"
    Pûtîn û Abe:"Divê em piştgiriya karsazên rûs û japonî bikin"
    Rûsya û Japonya ji bo Koreya Bakûr dicivin
    Ji Rûsya û Japonyayê memorandûma hevkariya nukleerî
    Di navbera Rûsya û Japonyayê de 68 peyman hatin îmzekirin
    Etîketan:
    Wezîrên Derve û Parastinê yên herdu welatan, Wezîrê Derve yê Japonyayê, Fumio Kişida, Şinzo Abe, Japonya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de