23:12 23 Adar 2017
Zindî
    Kopenhag

    Wezareta Derve ya Danîmarkayê bangî Balyozê Tirkiyeyê kir

    © Sputnik/ Sergey Subbotin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 611

    Wezareta Derve ya Danîmarkayê ji bo nûçeya rojnameya Berlingske ‘tirkên li Danîmarkayê bi îdîaya ku xayîn in giliyê wan hat kirin' bangî Balyozê Tirkiyeyê yê li Kopengahê kir.

    Di rojnameya Berlingskê ya duhî de hevpeyvînên parlamenterê berê yê Partiya Gel a Sosyalîst Ozlem Çekiç, parlamenterê heman partiyê Lars Aslan Rasmussen û Serokê Foruma Diyalogê Mustafa Gezerê ku dihat îdîakirin têkiliya wî bi FETO re heye hatibû weşandin. Van siyasetmedaran di hevpeyvîna xwe de îdîa kiribûn ku tirkên li Danîmarkayê dijîn kurdan tehdîd dikin û giliyê wan li ber meqamên Tirkiyeyê dikin.

    Wezîrê Derve yê Danîmarkayê Anders Samuelsen di daxuyaniya xwe ya derheqê mijarê de got: "Bi tu awayî nayê qebûlkirin ji bo rexnekirina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip, hemwelatiyên nîjad tirk ku li Danîmarkayê dijîn werin tehdîd kirin."

    Anders Samuelsen di berdewamiya axaftina xwe de got: "Me bangî Balyozê Tirkiyeyê yê li Kopenhagê kir. Giliyê ku hatine kirin bûyerên polîsiyê ne û lewma me xwest em vê mijarê bi balyozê tirk re zelal bikin."

    Bi heman mijarî:

    Partiya Gelan a Danîmarkayê: Pêşî li ber Yildirimî bigirin
    Li Danîmarkayê li malekê 6 kes mirî hatin dîtin
    Danîmarkayê ji bo HDPê gazî Balyozê Tirkiyeyê kir
    Xwekujek li navenda penaberan a Danîmarkayê
    Li dijî encamên hilbijartinê yên li Danîmarkayê îtiraz hat kirin
    Etîketan:
    Balyozê Tirkiyeyê yê li Kopenhagê, Wezîrê Derve yê Danîmarkayê, Lars Aslan Rasmussen, Anders Samuelsen, Tirkiye, Danîmarka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de