09:11 28 Nîsan 2017
Zindî
    keç-zarok-norwêcî-ewrûpî

    Bextewartirîn mirovên cîhanê ‘bakurî' ne

    © Flickr/ Visit Sørlandet
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2112

    Li gorî Rapora Bextewariyê a Cîhanê a sala 2017an a ku ji aliyê Tora Pêşketina Berdewamî a Neteweyên Yekbûyî ve hatiye amadekirin, norwecî gelê herî bextewar ên cîhanê ne.

    Tora Pêşketina Berdewamî a Neteweyên Yekbûyî derbarê mirovên bextewar ên cîhanê de raporek bi navê Rapora Bextewarên Cîhanê a belav kir. Di raporê de norwêcî wekî mirovên herî bextewar ên cîhanê di rêza yekê de cih digrin.

    Herwiha Danîmarka di rêza 2emîn û Îzlanda jî di rêza 3emîn de ye.

    Di rapora ki di Roja Bextewarî a Cîhanê de hate belavkirin de di rêza 4 û 5emîn de Swîsre û Finlandiya cih digrin.

    Li gorî raporê  li gel ku kêmbûna buhaya petrole a ku dahata herî mezin a norwêciya ye, dîsa ew bextewartirînên ên cîhanê ne. Norwêc sala 2016an de di rêza 4emîn de bû.

    HEVKARIYA SOSYAL SEDEMA HERÎ XURT A BEXTEWARIYÊ YE

    Mijarên wekî tenduristî, ewlehiya sosyal, rêvebiriya baş, azadî û çavfiretiyê de, ên ku tên gotin ku bextewariyê zêde dikin, di dema amadehiya raporê de hatin nirxandin. Welatên di rêzên ewli de ne di mijarên navborî de puanên baş girtin.

    Rapor, têsîra xurt a hevkariya sosyal a li ser bextewariyê careke din da ber çavan, hat diyarkirin ku sedema herş mezin a neşadiyê jî bê kar û bari ye.

    HEJMARA BEXTEWARIYÊ LI DYAYÊ KÊM DIBE

    Di raporê de tê amajekirin ku li gel dahata zêde a amerîkiyan dîsa jî ew ne bextewar in û di rêza 14emîn de ne. Di 10 salên dawî de rêjeya bextewariyê li DYAyê ji sedî 5 kêm bûye.

    WELATÊN HERÎ NEŞAD: RÛANDA, SÛRIYE…

    Li gorî agahiyên li ser raporê, welatên herî neşad û ne bextewar jî welatên wekî Ruanda, sûriye, Tanzanya, Burundi û Komara Efrîqaya Navîn e.

    Hêjayî gotinê ye ku rapor ji sala 2012an heta niha her sal tê weşandin. Rapora ku ji aliyê şîrketa Gallupê ve tê kirin. Li her welatî bi hezar welatiyê wî welatî re anket tên kirin û di encama nêrîna wan hin analiz tên kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Kanadayê di nava du mehan de 444 penaberên meksîkî hatin binçavkirin
    Çekya bi qasî 500 hezar dolaran alîkariyê dide penaberên li Duhokê
    15.500 penaberên li Îtalya û Yewnanîstanê li YEyê hatin dabeşkirin
    Bajarê herî zêde penaberên Sûriyê dihewîne Stenbol e
    Wezîrê tirk: "Heta niha 50 hezar penaberên sûriyeyî vegeriyan welatê xwe"
    Etîketan:
    bakurî, bextewartirîn ên cîhanê, zarok
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de