01:32 31 Adar 2017
Zindî
    Polîsê Meksîkayê

    Li Meksîkayê rojnamevanekî din ji terefê kesên çekdar ve hat kuştin

    © AFP 2017/ HECTOR GUERRERO
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 901

    Hat ragihandin ku li Meksîkayê rojnamevanekî din ji terefê kesên çekdar ên nenas ve hat kuştin.

    Serokê saziya parastina çapameniya fermî ya eyaletê Ana Laura Perez di daxuyaniya xwe de ragihand ku rojnamevan Ricardo Monlui li navçeya Yanga dema bi hevsera xwe re ji resturandê derdiket rastî êrişa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.

    Li gorî daxuyaniya Ana Laura Perez di êrişê de tu zirar li hevsera Monlui nebûye.

    Ricardo Monlui serokê yekîtiya çapamenî ya herêma Cordobayê bû û ji xeyrî kovara Analysis Politico di El Sol de Cordoba û di rojnameya Diario de Xalapa de xunciknivîsî kir.

    Heta niha sebeba kuştina rojnamevan nayê zanîn û bi tohmeta êrişê kes jî ne hatiye binçavkirin an girtin. Li eyaleta Veracruzê gelek cinayetên baronên madeyên hişber çêdibên û di nava 6 mehên dawî de bi Ricardo Monlui re 11 rojnamevan hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Trump: ‘Meksîka têra xwe ji Amerîkayê sûd wergirtiye'
    Koşka Spî: ‘Bi çi awayî be jî’ wê Meksîka pereyên dîwar bide
    Trumpî, dîwarê navbera Meksîka û Amerîkayê li cihê wî parast
    ‘Rûsya dixwaze ji Meksîkayê zêdetirî rêjeya îxracatê goşt bistîne’
    Li Meksîkayê bi hezaran kes Trump protesto kirin
    Etîketan:
    Li Meksîkayê rojnamevanekî din hat kuştin, Serokê saziya parastina çapameniya fermî ya eyalete, Ana Laura Perez, Ricardo Monlui, Meksîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de