22:17 17 Tebax 2017
Zindî
    Ceribandina moşekan a Koreya Bakur

    Koreya Bakur 'îcadeke wek şoreş'ê çêkir

    © REUTERS/ KCNA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 6910

    Koreya Bakur ragihand ku motorê moşekên nifşê nû yên ku ew wek 'îcadeke wek şoreş"ê bi nav kiribû bi awayekî serkefî hat testkirin.

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur(KCNA), ceribandina motorê moşeka nifşê nû ya xwedan hêzeke bilind a dehfandinê li tesîsa avêtinê ya Sohaeyê bi beşdarbûna Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un pêk hat.

    Kim di axiftina xwe ya li merasîmê de ceribandin wek 'bûyereke xwedan giringiyeke dîrokî' bi nav kir û diyar kir ku motor ji bo programa Koreya Bakur a fezayê "îcadeke wek şoreşê" ye. Kim îdia kir ku ev îcad dê di pîşesaziya moşekan de wek "şoreşa 18ê Adarê" bê bibîranîn û wiha pê de çû: "Tevahiya cîhanê, dê bibe şahid bê ev îcad çiqasî giring e û çi serkeftineke mezin e".

    Ji aliyê din ve, li gorî nûçeya KCNAyê, hatiye diyarkirin ku motorê moşekên nifşê nû dê di programên firandina peyk û fezayê yên Koreya Bakur de were bikaranîn.

    Bi heman mijarî:

    Tillerson: Sebra Washingtonê ya stratejîk li himberî Koreya Bakur bi dawî bû
    Mele Bextiyar: Hêvî dikim ku biryara Koreya Başûr wê ji bo Kurdistanê bibe mînak
    Li Koreya Başûr serokatiya Park Geun-hye bi fermî qediya
    Amerîka pergala parastina moşekên pêşketî li Koreya Başûr bicih dike
    Trump bi serokên Japonya û Koreya Başûr re bi rêya telefonê axivî
    Koreya Bakur: Ceribandinên me yên moşekan li dijî baregehên Amerîkayê bûn
    Neteweyên Yekbûyî Koreya Bakur şermezar kir
    Etîketan:
    moşek, Feza, KCNA, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de