01:42 30 Gulan 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê - Leşerên amerîkî

    Amerîka: Di operasyona Reqqayê de HSD heye, em rola Tirkiyeyê dinirxînin

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8571

    Berdevkê koalîsyona hêza dijberî DAIŞê yê amerîkî mîralay John Dorrian ragihand ku di operasyona rizgarkirina Reqqayê de misoger HSD heye û niha em rola Tirkiyeyê dinirxînin.

    Fermnadarê amerîkî John Dorrian bi vîdyo konferansê beşdarî civîna çapemenî ya Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) bû û di bersivdayîna pirsekê de got: "Di mijara tevlîbûna kurdan a Reqqayê de hetanî astekê em difikirin cih bidin wan. Em xebatên xwe bi Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Koalîsyona Erebên Sûriyeyê re dimeşînin. Hêzên ku beşdarî operasyona Reqqayê dibin ji sedî 75 erebên Sûriyeyê ne. Ev rastiyeke demografik a herêmê ye û di nava van de kurd, xrîstiyan û yên din jî hene."

    Li gorî nûçeya DHAyê, Dorrian di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tirk jî dixwazin rolekê bilîzin,, bi çend leşkeran dikarin tevlî bibin. Li ser rola Tirkiyeyê ku bilîze bi hefteyan heta bi mehan bi eşkere me got, ji bo têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞê li bakurê Sûriyeyê em ji rola Tirkiyeyê re vekirîne. Ev wê çi be, wê çawa bimeşe hê li ser vê lihevkirin çenebûye. Lê ji hela kanalên leşkerî û dîplomatîk em bi Tirkiyeyê re her roj dipeyîvin. Piştî dawiya van xebatan wê her tişt eşkere bibe."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Li Minbicê çavê me û leşkerên rûsî bi hev ket
    Amerîka: Divê PKK Şingalê biterikîne
    Pentagon: "Rûsya ji bo operasyonên Minbicê Amerîka agahdar dike"
    Amerîka: Em piştgiriya Rûsyayê ya dijî DAIŞê piştguh nakin
    'Amerîka naxwaze ji bilî hêzên fermî hîç hêzeke din li Şingalê be'
    Etîketan:
    HSD, Tevlîbûna operasyona Reqqayê, Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon), Fermandarê amerîkî yê li dijî DAIŞê, John L. Dorrian, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de