21:23 28 Gulan 2017
Zindî
    ABD Başkanı Donald Trump

    Agahiyên bacê yên Trump hatin deşîfrekirin

    © REUTERS/ Jonathan Ernst
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 510

    Qismekî agahiyên bacê yên serdema kampanyeya hilbijartina Serokatiya Amerîkayê ku Donald Trump eşkere nedikir di medya amerîkî de deşifre bûn.

    Agahiyên bacê yên Trump pêşî di malpera înternetê ya 'dcreport.org' de û paşî jî di bernameya 'The Rachel Maddow Show' a kanala MSNBCyê de hatin deşîfrekirin û agahiyên ku hatin deşîfrekirin ji terefê Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer ve jî hatin serastkirin.

    Li gorî zanyariyên ku hatine deşîfrekirin, Trump di agahiyên bace dayîn yên sala 2005an de 150 milyon dolar qezencê nîşan dide û ji wî 38 milyon dolar wekî bac dide dewletê. Li gorî pisporan reqema baca ku Trump daye ji reqema însanên ji rêzê 24 qat zêdetir û ji reqema însanên dewlemend ji sedî 27.4 kêmtir e.

    Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer di daxuyaniya xwe de ragihand ku belge ji rêyên derqanûnî hatine peydekirin, lê digel vê jî Serok Trump li cihanê yek ji karsazê herî serkeftiye, ev îspata ku li hemberî malbat, welat û dewleta xwe bi berpirsyar tevdigere. Li Amerîkayê eşkerekirina agahiyên bacê qedexeye û medya ve ji xwe re wekî amûr bi kar tîne.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Parastin ê Siûdî li Qesra Spî bi Trump re hevdîtinek pêk anî
    Pisporê alman: Ewropa ji Pûtîn Erdogan û Trump bifikar in
    Îdîaya ku ‘Trump bi NHByan destûra êrişên hewayî da CIAyê'
    Hevdîtina Trump û Merkel ji ber firtoneya berfê taloq bû
    Balyozê tirk ê li Moskowê: Em hûrgiliyên plana Trump ya herêma ewle ya li Sûriyeyê nizanin
    Etîketan:
    Agahiyên bacê yên Trump hatin deşîfrekirin, Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de