22:23 19 Mijdar 2017
Zindî
    NY

    Wezîr Kaya îro di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de wê krîza Hollandayê vebêje

    © REUTERS/ Mike Segar
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 911

    Wezîra Malbat û Civakî ya Tirkiyeyê Fatma Betul Kaya îro li Amerîkayê tevlî Komîsyona Statuya Jinan a Neteweyên Yekbûyî dibe û wê di Lijneya Giştî de biaxive.

    Fatma Betul Kaya îro di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de di rûniştina 61emîn a Komîsyona statuya Jinan de wê krîza dîplomatîk a navbera Tirkiye û Hollandayê binirxîne.

    Kaya duhî di çarçoveya guherîna Destûra Bingehîn de ji bo piştgiriya kampanyeya referanduma 16ê Nîsanê çûbû Amerîkayê û li bajarê Patersona eyaleta New Jerseyê tevlî bernameyeke Nevenda Kordînasyona Hilbijartin a AKPê bibû.

    Di destpêka bernameyê de Serokê Navenda Kordînasyona Hilbijartin a AKPê Levent Ali Yildiz derheqê xebatên referanduma 16ê Nîsanê yên li Amerîkayê de agahî dan. Piştî axaftina vekirinê bername ji çapameniyê de hat girtin. Cîgirê Wezîra Malbat û Civakî Mehmet Ersoy û Parlamentera AKPê yê Tekirdagê Ayşe Dogan jî bi Kaya re ne.

    Bi heman mijarî:

    Wezîra tirk Kaya: "Hollandayê şevê din hemû azadî rawestandibûn"
    Ji Amerîkayê yekem daxuyaniya ser krîza navbera Hollanda û Tirkiyê
    Konsolosê Hollanda yê li Stenbolê: "Al ji terefê çalakvanekî ve hat daxistin"
    Serokê Parlementoya Tirkiyeyê: Hollanda, wek bêrîka me ya biçûk
    Etîketan:
    Têkiliya Tirkiye û Hollandayê, Wezîra Malbat û Civakî ya Tirkiyeyê, Ayşe Dogan, Mehmet Ersoy, Fatma Betul Kaya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de