21:21 28 Gulan 2017
Zindî
    Donald Trump û Muhammed Bin Selman

    Wezîrê Parastin ê Siûdî li Qesra Spî bi Trump re hevdîtinek pêk anî

    © REUTERS/ Kevin Lamarque
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1811

    Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman li Qesra Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinek pêk anî.

    Kurê Qralê Siûdî û Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî prensê welîaht Muhammed Bin Abdulaziz Selman li Qesra Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinek pêk anî. Li gorî zanyariyan di hevdîtinê de têkiliyên ekonomîk û rewşa dawî ya şerê Sûriyeyê hat nirxandin.

    Di mijara hevdîtina Muhammed Bin Selman û Donald Trump de şerê ku li Yemenê dimeşe jî hebû. Berpirsên Siûdî beriya hevdîtinê ragihandi bûn ku ew dixwazin hevkariya xwe li Rojhilata Navîn zêde bikin, berjewendiya herdu welat bi pêş bixin û girîngiyê bidin van têkiliyan.

    Siûdî Erebîstana ku di cihanê de herî zêde petrolê îxrac dike, di nava koalîsyona dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike de ye.

    Bi heman mijarî:

    Pisporê alman: Ewropa ji Pûtîn Erdogan û Trump bifikar in
    Îdîaya ku ‘Trump bi NHByan destûra êrişên hewayî da CIAyê'
    Hevdîtina Trump û Merkel ji ber firtoneya berfê taloq bû
    Balyozê tirk ê li Moskowê: Em hûrgiliyên plana Trump ya herêma ewle ya li Sûriyeyê nizanin
    Trump li dijî penaberan qerarnameyek dî weşand
    Etîketan:
    Serokê AmerÎkayê, Kurê Qralê Siûdî û Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî, Muhammed Bin Selman, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de