17:14 25 Gulan 2017
Zindî
    Barack Obama

    bo alîkariyên çalakiyên derve yên bi rêya Soros lêpirsîna Obama hat xwestin

    © REUTERS/ Kevin Lamarque
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 701

    Çend senatorên Komarîparêz ên Amerîkayê ji Wezîrê Karê Derve Rex Tillerson daxwaz kirin ku li serdema Seroktiya Barack Obama ‘alîkariyên bo hin welatên biyanî û aktivîstên hin caran çalakiyên tundiyê kirine’ lêpirsînê bide destpêkirin.

    Senatorên Amerîkî yên Komarîparêz Mike Lee, Jim Inhofe, Thom Tillis, Ted Cruz, David Perdue û Bill Cassidy bi nameyekê ji Tillerson xwestin ku alîkariyên serdema Obama yên bi rêya Dezgeha Civaka Vekirî ya George Soros li hin welatên biyanî û aktivîstan hatine kirin lêkolîn bike.

    Senatoran di nameya xwe de îdia kir ku bi mebesta ‘Berbelavkirina Demokrasiyê' di serdema Obama de, Wezareta Karê Derve bi pereyên baca gelê Amerîkî piştgiriya hin grubên çepgir ên welatên; Makedonya, Arnawit, Amerîkaya Latîn û Afrikayê kiriye.

    Senator ji Tillerson dixwazin hemû hesabên bi navê ‘berbelavkirina demokrasiyê û birêvebirina çalakiyên bernameyên Amerîkî' werin lêkolînkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Xwarinên fastfoodê li leşkerên Amerîkî yên Polonyayê hat qedexekirin
    'Dê şandeyeke muxalîfên çekdarên Sûriyê beşdarî Astanayê bibe'
    Ji Amerîkayê yekem daxuyaniya ser krîza navbera Hollanda û Tirkiyê
    Serokdewletê Kolombiyayê yê xwedî Nobel, ji gel lêborîn xwest
    Rûsya: Hîn Nûnerê Daîmî yê NYyê diyar nebûye
    Etîketan:
    Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de