02:01 18 Mijdar 2017
Zindî
    Hacker

    Norwecê hemwelatiyê Rûsî yê bi êrîşa sîber dihat tawanbarkirin radestî Amerîkayê kir

    © Foto: Pixabay
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 652

    Hat eşekerekirin ku hemwelatiyê Rûsî yê bi navê Mark Vartanyan, bi îdiaya tawanên sîber kirine ji Norweçê bo Amerîkayê hat vegerandin.

    Di daxuyaniya Wezareta Dadê ya Amerîkayê de hat gotin, Vartanyanê ku bi remza Kolypto li ser înternetê tê naskirin meha Berfanbara borî hatiye radestkirin û îro jî derketiye pêşberî dadgehê.

    Vartanyan bi vîrusa ‘Keleh' a ku li seranserê dinyayê bûye sedema şêlandina bi sedan kesan û kompaniyan tê tawanbarkirin.

    Di daxunayina Wezareta Amerîkî de hat diyarkirin ku bi girtina Vartanyan derfetên grubên sûcên sîber hatiye lawazkirin û bêbandorkirin.

    ZAXAROVA: NAYÊ QEBÛLKİRİN

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bal kişandibû ser rewşa Vartanyan û gotibû, radestkirina wî ji aliyê aliyekî sêyemîn ve bo Amerîkayê nayê qebûlkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Hîn Nûnerê Daîmî yê NYyê diyar nebûye
    Daîreya Qaseyê 7: CIA çima pêdivî bi IPyên polîsên Rûsî dibîne?
    Yildirim: Deftera pêvajoya çareseriyê hat girtin
    Yanûkovych: Mijara nas kirina xweseriya Donbasê divê bi referandûmê bê çareserkirin
    Serdozgeriya Rûsî: Hîn sedema ketina Tu-154ê nehatiye diyarkirin
    Peskov: Em rêveberiyeke dikare têkoşîna terorê bike ji bo Libyayê dixwazin
    Fransa: Pêwîste em amade bin pêwendiyên digel Rûsyayê vegerînin berê
    Etîketan:
    Norwec, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de