19:18 22 Hezîran 2017
Zindî
    Mark Toner

    Amerîka: Divê PKK Şingalê biterikîne

    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12532

    Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxuyand ku tu roleke PKKê li Şingalê tune ye û divê wê derê biterikîne.

    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner di civîna xwe ya çapemeniyê de di derbarê hebûna PKKê ya li Şingalê diyar kir ku tu roleke PKKê li Şingalê tune ye.

    Toner got, "Hevkariya Washingtonê ya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê wê berdewam bike, ta ku rewşa navçeyên derdora Mûsilê ya nû hatine rizgarkirin veguhere aramiyê."

    Hêjayî bibîrxistinê ye ev demeke li navçeya Şingalê di navbera Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Pêşmergeyên Roj de alozî û gengeşî heye û her wiha rêveberiya Herêma Kurdistanê jî dixwaze PKKê hêzên xwe ji Şingalê vekişîne.

    Bi heman mijarî:

    Li Şingalê di dema xwepêşandanê de alozî derket
    'Amerîka naxwaze ji bilî hêzên fermî hîç hêzeke din li Şingalê be'
    Şandeyek ji Almanyayê çû Şingalê
    Baydemir: Tiştên li Şingalê qewimîn, encama fitne û fêsadiyê ne
    PKK: Erişa li Şingalê plana Tirkiyeyê ye
    Komeleyê ji bo bûyerên Şingalê: Divê hemû aliyên siyasî bo çareseriyê bixebitin
    Etîketan:
    terikandin, Şingal, PKK, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê, Mark Toner, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de