10:32 24 Hezîran 2018
Kanaya Çînê

Li Çînê 17 karkerên ku di kanayê de asê mabûn mirî hatin derxistin

© REUTERS /
Cîhan
Lînkê kurt
0 52

Hefteya borî li Çînê qezayeke kanayê çêbibû û gelek karker di girtî mabûn. Li gorî zanyariyan hemû karkerên ku di binê kanayê de mabûn jiyana xwe ji dest dane.

Hefteya borî li bakurê rojhilatê Çînê 17 karkerên kanayê di binê axê de girtî mabûn. Hat ragihandin ku 17 karkeran jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî nûçeya ajansa Şinhua, li bakurê rojhilatê Çînê nêzîkî bajarê Heylongciangê roja pênçşemê li kanayeke komirê ji şewatê hezaz çêbû û 17 karker di kanayê de girtî man. Hat ragihandin ku temamê karkerên ku di kanayê de mabûn jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragihandin 2 karkerên ku bibûn sedema qezayê hatin girtin û midûrê kanaya komirê ji kar hatiye dûrxistin. Li kanayê şewat ji ber têlên elektrîkê derketibû û qaçikê ocaxa ku karker lê dixebitîn hilweşiya bû. Ji kanayê 256 karker hatibûn rizgarkirin, lê 17 ji wan di binê hezazê de mabûn.

Bi heman mijarî:

Balafira xeyalet a Çînê J-20 dest bi firînê kir
Amerîka: Sîstema parastina moşekan ne li dijî Çînê ye
Çînê bertek nîşanî pergala THAAD a Amerîkayê da
Şi Cinping Erdogan vexwende Çînê
Li Çînê êrişa bi kêrê: 5 kuştî û 5 birîndar
Rûsya û Çînê ji ber ceribandina moşekan bertek da Koreya Bakur
Etîketan:
17 karkerên çînî jiyana xwe ji dest dan, Heylongciang, Çîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de