14:33 20 Mijdar 2017
Zindî
    Donald Trump

    Îdîaya ku ‘Trump bi NHByan destûra êrişên hewayî da CIAyê'

    © AFP 2017/ MANDEL NGAN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2440

    Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journalê amerîkî Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Navgînên Hewayî yê Bêmirov (NHB) destûra êrişên hewayî daye CIAyê.

    Rojnameyê di nûçeya xwe de ragihand ku ev destûra Serokê Amerîkayê cara yekemîn meha borî li Sûriyeyê di kuştina yek ji serokên rêxistina El Qaîdeyê Ebû Xanî el Misrî de hat bikaranîn.

    Rojnameya Wall Street Journalê di nûçeya xwe ku dispêre berpirsên amerîkî de ragihand ku piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dest bi wezîfê kir astengiyên paramiliter yên pêşiya CIAyê ku Barak Obama danîbûn rakirin û di serî de Sûriye jî di nav de destûra operasyonên hewayî da wan.

    ​Li gorî nûçeyê, Rêxistina Îstîxbarat a Navendî (CIA) di meha sibatê de ev destûr bi kar anî û yek ji serokê El Qaîdeyê Ebû Xanî el Misrî li Sûriyeyê hedef girt û kuşt. Berê jî nûçeyên kuştina Misrî ketibûn ajansa, lê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku ne artêşa amerîkî ev operasyon pêk aniye û em nikarin kuştina Misrî serast bikin.

    Di berdewamiya nûçeya rojnameyê de hat ragihandin ku mijara navborî ya destûrê ji xeyrî Sûriyeyê wê li Yemen, Somalî, Afanistan û li gelek welatan dê bikaribin bikar bînin.

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtina Trump û Merkel ji ber firtoneya berfê taloq bû
    Balyozê tirk ê li Moskowê: Em hûrgiliyên plana Trump ya herêma ewle ya li Sûriyeyê nizanin
    Trump li dijî penaberan qerarnameyek dî weşand
    Serokê Çekyayê: "Ez amade me pêşniyara hevdîtinê li Pûtîn û Trump bikim"
    Trump Ebbas vexwend: Êdî dema wê hatiye
    Etîketan:
    Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB), CIA, Serokê AmerÎkayê, Donald Trump, New York, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de