10:14 25 Gulan 2017
Zindî
    Donald Trump û Angela Merkel

    Hevdîtina Trump û Merkel ji ber firtoneya berfê taloq

    © AFP 2017/ John MACDOUGALL, Jim WATSON
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 620

    Berdevkê Koşka Spî Sean Spîcer ragihand ku hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel a sibê ji ber berfbarîna zêde ya li Washingtonê hatiye taloqkirin.

    Recep Tayyîp Erdogan
    © AFP 2017/ Yasin Bulbul/Presidential Press Service
    Spîcer di civîna rojane ya rojnamevanî ya îro de got, ‘Serok (Donald Trump) û Şansolyeya Almanyayê bi telefonê pêwendî kirin û ji ber rewşa nexweş a hewayê taloqkirina hevdîtinê hat qebûlkirin. Hevdîtin bo roja înîya pêşiya me, 17ê Adarê hat taloqkirin. Dê bername heman wek xwe bimîne.'

    Hêjayî bîrxistinê ye li rojhilatê Amerîkayê bi awayekî neasayî rewşa hewayê guherî ku tê pêşbînîkirin germahî bikeve bin pileya bin sifirê 4an û firtoneya berfê destpê bike.

    Hat ragihandin ku heta niha bêhtirî 1500 seferên balafiran hatine betalkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Almanyayê hişyarî da hemwelatiyên ku biçin Tirkiyê
    Ji Erdogan daxuyaniyên tund bo Merkel û Serokê CHPê
    Lazer dê li balafirên Mig-35ê bê zêdekirin
    Bi sedan Kosovîyên Arnawût di refên DAIŞê de şer dikin
    Gorek komî yê nû li Mûsilê hat dîtin
    Etîketan:
    Donald Trump û Angela Merkel, Almanya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de