04:01 28 Gulan 2017
Zindî
    Donald Trump

    Trump Ebbas vexwend: Êdî dema hatiye

    © REUTERS/ JONATHAN ERNST
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3320

    Serokê DYAyê Donald Trump û Serokê Dewleta Filistînê Mehmû Ebass duh bi telefon axivîn û Trump di wê axiftinê de 'fikira xwe ya şexsî gotibû ku êdî dema rêkeftinê ye hatiye û aştî êdî pêkan e".

    Qesra Spî bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku herdû serok bi berfirehî li ser xurtkirina aştiya li tevahiya Rojhilata Navîn û bi taybetî li ser bidawîkirina pevçûna Îsraîl û Filistînê axivîn.

    Herwiha hat ragihandin ku Trump Ebbas vexwendiye daku di nêzîktirîn dem de serdana Qesra Spî bike û wiha hat gotin, "serokî teqez kiriye ku aştî pêkan e û fikira xwe ya şexsî jî gotiye ku êdî dema pêkanîna aştiyê hatiye."

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Trump destnîşan kiriye, rêkeftineke di navbera Îsraîl û Filistînê de pêk were, dê bandora wê ya erênî tenê ne li ser van herdû dewletan be lê li ser hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn be û wiha pê de çû: "Trump teqez kir ku pêwîst e herdû alî bi awayekî rasterast gotûbêjên peymana aştiyê bikin û birêveberiya DYAyê dê di vê xalê de him bi aliyê filistînî re û him jî bi yê îsraîlî re bixebite."

    Ji aliyê din ve, hat diyarkirin ku DYAyê dê çareseriyê li ser ti aliyî ferz neke û ti alî ji herdû aliyan jî dê nikaribe rêkeftinê li ser ê din ferz bike.

    Trumpê ku di 20ê Rêbendanê de dest bi peywira xwe kir di 23ê heman mehê de bi telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyemaîn netenyahû re axivîbû û 15ê Sibatê pêşwaziya wî li Qesra Spî kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Qesra Spî: Îdiaya civîna Trump û Kislyak durûtî ye
    Schwarzenegger: Trump dil ketiye min
    Li Chicagoyê reş û jinan Trump protesto kirin
    Qesra Spî: Pirsgirêk di navbera Trump û FBIyê de tuneye
    Trump Obama tawanbar kir ku li telefonên wî guhdarî kiriye
    Trump bi serokên Japonya û Koreya Başûr re bi rêya telefonê axivî
    Trump biryarnameya bo penaberan yê nû erê kir: Iraq di nav de tine ne
    Etîketan:
    Benyemaîn netenyahû, Mehmûd Ebbas, Donald Trump, Îsraîl, Filistîn, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de