14:17 22 Tebax 2017
Zindî
    Michael Flynn

    Flynn qebûl kir ku dibe ji bo hikûmeta Tirkiyeyê lobîkarî kiribe

    © REUTERS/ Carlos Barria
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2622

    Şirketa şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê berê Qesra Spî Michael Flynn ku roja hilbijartina serokatiya DYAyê hat lidarxistin, nivîsek nivîsî û tê de got, divê Fethullah Gulen li Tirkiyeyê bê vegerandin, roja sêşemê tomara blegeyên tê pêşbînkirin ku ji bo hikûmeta Tirkiyeyê xebatên lobiyê kirine radestî Wezareta Dadweriyê kir.

    Li gorî nûçeya Associated Pressê, piştî Flynn ji Aansa Istixbaratê ya Neteweyî(DIA) veqetiya, şirketeke bi navê Flynn Intel Group damezirandiye. Parêzerê şirketê Robert Kelner belge radestî Wezareta Dadê kirin ku tê de diiyar dibe, di mehên Tebax-Mijdara 2016an de 530 hezar dolar wergirtine daku ji bo Tirkiyeyê çalakiyên lobiyê bi rê ve bibin.

    Li gorî belgeyan, Flynn Intel Group agahî derbarê Gulen û çalakiyên wî li DYAyê berhev kirine û çalakiyên lobiyê bi rê ve birine daku birêveberiya DYAyê li dijî Gulen tevbigere.

    Kelner ji Associated Press re eşkere kir ku şirketê meha Mijdarê karê xwe bi dawî kiriye û di heman demê de çalakiyên xwe yên lobiyê jî rawestandine.

    Li gel vê Kelner bersiv neda pirsyarên bê ji bo çalakiyên lobîkariyê pêwendî bi Nivîsgeha Lêpirsînên Federal(FBI) yan jî bi Wezareta Dadweriyê re danîne yan na.

    Bi heman mijarî:

    Trump: Flynn mirovekî bêhempa ye, neheqî lê kirin
    Flynn: Min sînor derbas nekirin, yana FBIyê dê bi qirika min bigirta
    Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî Flynn îstîfa kir
    Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê çû Licê
    ‘Dibe Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê jî di nava heyeta Erdogan a Moskowê de cih bigire'
    ‘Li Tirkiyeyê bekarî derdikeve 12.6an'
    'Amerîka wê bi Tirkiyeyê re operasyoneke hevpar li dar nexe'
    Ji Wezareta Derve ya Almanyayê daxuyaniya Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Robert Kelner, Michael Flynn, DYA, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de