20:28 27 Gulan 2018
Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley

Amerîka: Sîstema parastina moşekan ne li dijî Çînê ye

© REUTERS / Shannon Stapleton
Cîhan
Lînkê kurt
0 52

Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley got ku sîstema parastina moşekan THAAD ku li Koreya Başûr hatiye bicîkirin, ne li dijî Çînê ye li dijî Koreya Bakur e.

Haley piştî civîna Konseya Ewlekariya NYyê (KENY) a li ser ceribandina moşekên balîstik ên Koreya Bakur da xuyakirin, "Me bi zelalî ji dostên xwe yên Çînî re got ku ev hîç ne li dijî Çînê ye, bi awayekî vekirî ji bo Koreya Bakur e. Me ev bi zelalî ji Çînê re ragihand û ew jî têdigihin ku ev pêdivîyeke me ye."

Wezareta Derve ya Çînê di daxuyaniya xwe ya 7ê Adarê de diyar kiribû, heger Amerîka û Koreya Başûr dawiyê li tedbîqatên leşkerî bînin, wan pêşniyara dawîanîna ceribandina moşekan û bernameya nukleerî li Koreya Bakur kiriye.

Bi heman mijarî:

'21 welatan serxwebûna Kurdistanê red nekir'
Pentagon: Dê B-52 nikaribin sîstema parastina Rûsyayê derbas bikin
‘Barzanî şîretên pêwîst li şanda PSKê kir’
Pîlotên frensî yên NATOyê: Rûsî ne dijmin in
15mîn Meşa Şevê ya Femînîst li Taksîmê birêve çû
Girê Menxer Xerbî yê stratejîk hat rizgarkirin
Etîketan:
Çîn, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de