06:32 24 Çile 2018
Zindî
    Swîsra

    Kantona Zurihê ya Swîsreyê bo mîtînga Çavuşoglu bê betalkirin serî li rayedaran da

    Denis Balibouse
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 107

    Rayedarên Kantona Zurihê ya Swîsreyê daxwaz ji rêveberiya fedaral bo betal kirina mîtînga Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, kirin.

    Rayedarên Zurihê daxwaz kirin ku ji ber pirsgireka ewlehiyê, hevdîtina bi civaka tirkên li welêt roja yekşemê yê Mevlut Çavuşoglu, were betalkirin.

    JI BO ÇALAKIYAN BI FIKAR IN

    Berdevkê Beşa Ewlehiya Kantona Zurihê Urs Grob daxuyand ku ji bo mîtînga roja yekşemê li Zurihê pêk neye nameyek şandine Bernê. Grob eşkere kir ku ji protesto yên mezin ku bên lidarxistin bifikar in.

    Di hat payîn ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê roja yekşemê bi tirkên li Swîsreyê re hevdîtinek pêk bîne.

    MÎTÎNGÊN LI HOLANDA Û ALMANYAYÊ HATIBÛN BETALKIRIN

    Îro çapameniya Holandayê eşkere kiribû ku Mevlut Çavuşoglu mîrînga xwe ya li bajarê Rotterdamê betal kiriye. Li gorî nûçeye xwedîyê qada ku mîtîng lê were kirin, destûra xwe ji paşve kişandiye.

    Herwiha mîtîngên Çavuşoglu yên li bajarê Hamburgê ya Almanyayê jî hatibûn betalkirin.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Dijatiya Almanyayê bo Tirkiyê sîstematîk e
    Çavuşoglu piştî betalkirina civînê bi Gabriel re pêwendî danî
    Wezîrê Tirkiyeyê Çavuşoglu bi Wezîrê Alman re axivî
    Ji Çavuşoglu daxuyaniya Minbicê: Me gotibû em ê li YPGê bixin
    Çavuşoglu: El Bab temam e, di rêzê de jî Reqqa heye
    Çavuşoglu: Hevdîtinên S-400î yên bi Rûsyayê re erênî ne
    Etîketan:
    betal, mîtîng, protesto, Mevlut Çavuşoglu, Swîsre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de