09:01 28 Gulan 2018
Belgeyên CIAyê ku WikiLeaksê derxistine holê

'Hackerên ku Obama pê Rûsya tawanbar dikir, CIA bi xwe derket'

© AFP 2018 / SAUL LOEB
Cîhan
Lînkê kurt
0 109

Agahiyên di belgeyên WikiLeaksê de ku bi navê ‘Jûra Qaseyê 7’ bi hezaran belgeyên nepenî yên CIAyê belav kiribûn, karvedaneke mezin li ser medya civakî çêkir.

Piraniya bikarhênerên medya civakî li ser îdiayên bo Rûsyayê henekên xwe bi wan belgeyan kirin.

Li gor belgeyên WikiLeaksê hin beşên CIA dikare bi sepanên Android, IOS, Linux, macOS û Windowsê û heta bi mikrofonên TVyên Samsung ên jîrik guhdariya cihê ku mirov lê bin bike.

HELWESTA CIA'YÊ LI SER MEDYA CIVAKÎ BÛ MIJARA HENEKAN

Lê belê li ser medya civakî rexne û henek bi van îdiayan hatin kirin ev kêrhatinên Teşkîlata Îstixbaratê ya Amerîkayê (CIA) biçûk xistin.

Rayedarê berê yê Saziya Ewlekariya Netewî (NSA) yê Amerîkayê Edward Snowden bal kişand ser ku CIA dema xwe li ser peydekarina rêbazên bi TVyan guhdarkirina li mirovan derbas dike.

WIKILEAKSê BI HEZARAN BELGEYÊN CIA'YÊ BELAV KIR

WikiLeaksê doh 8 hezar 761 belgeyên nepenî yên CIAyê derxistibûn holê û gotibû, wan ‘Sepana kurewî ya hackirina nepenî' derxistiye holê.

Li gor belgeyên WikiLeaksê beşên têkildar ên CIAyê herwiha dikarin bi sîstemeke şîfrekirinê bikevin nav sepanên telefonên jîrik yên wekî Whatsapp, Telegram, Signal û Wieboyê.

 

Bi heman mijarî:

Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike êrişî Minbicê kirin
Mevlut Çavuşoglu bernameya xwe yê li Holandayê betal kir
Girê Menxer Xerbî yê stratejîk hat rizgarkirin
'Tirsa pevçûna kurdan û tirkan li Almanyayê zêde dibe'
8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Kobaniyê bi beşdarbûna bi sedan jinî hate lidarxistin
Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer: Leşkerek hat kuştin
Amerîka pergala parastina moşekên pêşketî li Koreya Başûr bicih dike
Etîketan:
Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de