04:34 23 Çile 2018
Zindî
    Verfassungsschutz-Chef Hans-Georg Maaßen

    'Tirsa pevçûna kurdan û tirkan li Almanyayê zêde dibe'

    © AP Photo/ dpa, Stephanie Pilick, Archive
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 22

    Serokê Teşkîlata Parastina Destûra Bingehîn yê servîsa istixbarata hundirîn a Almanyayê Hans-Georg Maaßen diyar kir ku nîgeran in ji rageşiya di navbera neteweperestên tirk û alîgirên PKKê de.

    Hans-Georg Maaßen li Berlinê axivî û diyar kir ku dibe pevçûnên navbera alîgirên PKKê û neteweperestên tirk de zêde bibin ku "potansiyela lêdanê ya herdû aliyan jî zêde" ye.

    Maaßen diyar kir ku rageşiyên di navbera eniyên cuda yên Tirkiyeyê de li Almanyayê jî derdikevin holê û wiha got: Ev demeke dirêj e, em dibînin ku aloziyên navxweyî yê li Tirkiyeyê bandorê li rewşa ewlekariyê ya li Almanyayê dike.

    Herwiha rayedarê alman eşkere kir ku hejmara îslamîstên wek  tundrew tê senifandin û nêzîkî tundûtûjiyê ne roj bi roj zêdetir dibe û destnîşan kir ku hejmara kesên wiha hatine senifandin bêtirî hezar û 600 kesî ye.

    Şefê istixbarata almanî diyar kir ku DAIŞê di sala 2016an de Almanya ji xwe re kiriye armancek ji armancên sereke.

    Maaßen destnîşan kir ku tehdîdên êrîşan ên digihêjin istixbaratê roj bi roj zêdetir dibin û wiha pê de çû: Istıxbaratên ku me di sala 2016an de bi dest xistin, li gorî sala 2013an du qatan zêde bûne."

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Dijatiya Almanyayê bo Tirkiyê sîstematîk e
    Almanyayê civîna wezîrê tirk betal kir
    Federasyona Yekîtiya Elewiyên Almanyayê biryara xwe ya referandumê da
    Wezîrê Dadê yê Almanyayê bersiva Erdogan da: Hetîketî ye
    Wezîrê tirk li Almanyayê got: "Ev fealiyet mafê me ye"
    Merkel: Divê koçberên destûra wan a mayînê nîne ji Almanyayê derkevin
    Merkel: Biryarên çalakiyan li Almanyayê, di asta herîmî de tên dayîn
    Ixbara bombeyê li wî bajarokê Almanyayê yê ku çalakiya wezîrê tirk lê betal bûbû
    Etîketan:
    tirk, kurd, PKK, Hans-Georg Maaßen, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de