14:36 26 Gulan 2018
CIA

WikiLeaksê lîsteya 'sîmgeyên îfadeyê' ya nepenî ya CIAyê derxist holê

© REUTERS / Larry Downing
Cîhan
Lînkê kurt
0 31

WikiLeaksê bi navê ‘Qaseya daîre ya 7an' bi hezaran belgeyên ayidê Rêxistina Agahîgirtinê ya Navendî ya Amerîkayê (CIA) belav kir, ku di nivîsên înternetê yên di nava wan belgeyan de lîsteyeke bi sedan sîmgeyên îfadeyê (emoticon) jî hat dîtin. Lê hêj nayê zayîn pisporên CIAyê ew lîste ji bo çi bi kar anîne.

Bandora belgeya veşartî ya CIAyê, ku ji aliyê WikiLeaksê bi navê ‘Qaseya daîre ya 7an' hat weşand, didome.

DI NAVA BELGEYÊN VEŞARTÎ DE BI SEDAN SÎMGEYÊN ÎFADEYÊ YÊN JAPONÎ HENE

Lîsteyeke di nava belgeyan de di nava bikarhênerên medyaya civakî de bû mijara henekan.

Di belgeya bi navê ‘Rûyên Înternetê'de, ku di nava zêdetirî 8 hezar belgeyan de cih digire, bi sedan sîmgeyên îfadeyan (emoticon) ên ku Japon di nivîsên xwe yên înternetê de bikar tînin, bi wateyên xwe cih digirin.

​Ev sîmgeyên îfadeyê ji tûşên xalbendiyê tên çêkirin.

​Di belgeyan de cih dane îfadeyên wekî ‘foka çêlik', ‘segê kêfxweş', ‘mirovê bi hêrs ê maseyê diqelibîne' û ‘zilamê ku girêza wî diherike'.

Hinek îfadeyên di belgeyê de ev in:

  • (ノಠ益ಠ)ノ彡┻━┻ (Mirovê bi hêrs ê maseyê diqelibîne)
  •  (゚д゚)、 (mirovê ku girêza wî diherike)
  • (\/) (°,,°) (\/) (WOOPwoopwowopwoopwoopwoop!)
  • (ღ˘⌣˘ღ) ♫・*:.。..。.:*・ happy with music
  • ∩(・ω・)∩ (Segê kêfxweş)
  • щ(゚Д゚щ) (Xwedayo, çima?)

DIBE KU EW SÎMGE JI BO KÊFXWEŞKIRINÊ HATIBIN PARVEKIRIN

Nayê zanîn ku CIAyê ji bo çi lîsteya sîmgeyên îfadeyê girtiye lê tê gotin ku dibe xebatkarên CIAyê ji bo kêfxweşkirinê ev sîmge bi kar anîbin.

Di nava wan belgeyên CIAyê yên ku hatin weşandin de li gel lîsteya sîmgeyan, arşîveke ‘memeyên înternetê' yên di derbarê ewlehiya sîberê, şopandin û ewlehiyê de jî cih digire.

Wateya ‘meme'yê ew e ku di çandekê de belavbûna helwestekê an jî şiklekê ye.

‘Memeya înternetê' jî ji bo pênasîna têgeheke ku di înternetê de belav dibe, tê bikaranîn.

HAT XWESTIN KU BIKARHÊNERÊN APPLEÊ MODELA IOSÊ YA DAWIYÊ BAR BIKIN

WikiLeaksê duh 8761 belgeyên ayidê CIAyê belav kiribû û diyar kiribû ku ev belge ‘sepana hackê ya veşartî û kureyî' ya saziya îstixbaratê derxistiye holê.

Li gorî WikiLeaksê CIA dikare modelên wekî Android, iOS, Linux, macOS û Windowsê hack bike û heta dikare TVyên Samsungê yên jîr weke mîkrofonê bi kar bîne û wê hawirê guhdar bike.

Li gorî belgeyên ku WikiLeaksê weşand CIA her wiha dikare pergala şîfreyê ya sepanên wekî Whatsapp, Telegram, Signal, Wieboyê pûç bike.

Piştî weşandina van belgeyan berdevkê Appleê ji bo BBCyê axivî û ji bikarhênerên xwe xwest ku nûkirina dawiyê ya iOSê daxînin û got, "Teknolojiya iPhoneê îro ji bo bikarhêneran ewlehiya herî baş peyda dike û em hewil didin ku wisa berdewam bikin. Berhemên me ji bo ku bikarhênerên me karibin bi lez û bez nûkirinên herî dawiyê yên ewlehiyê bi dest bixin, hatine amadekirin. Ji sedî 80yên karhênerên me modela dawiyê ya pergala me bi kar tînin."

MICROSOFT Û SAMSÛNG: EM BI MIJARÊ RE ELEQEDER DIBIN

Di daxuyaniya Microsoftê de hat diyarkirin ku haya wan ji îdiayan heye û ew bi mijarê re eleqeder dibin.

Berdevkê Samsungê jî got, "Nependîtiya bikarhênerên me û ewlehiya berhemên me mijara serke ya şîrketa me ye. Em ji van îdiayan haydar in û em bi lez bi mijarê re eleqeder dibin."

Bi heman mijarî:

Wikileaks: Daxuyaniyên CIAyê ne raportên istixbaratê ne lê daxuyaniyên çapemeniyê ne
WikiLeaks: "Amerîka, berî şerê navxweyî ye Yemenê herdu alî bi çek kirin"
Wikileaks, e-postayên şexsî yên Obama parvekir
Wikileaks: Clinton qebûl dike ku Qeter û Erebistana Siûdî piştgiriya DAIŞê dikin
WikiLeaks, NYT ya ku Rûsya sucdar dikir derewand
Etîketan:
sîmgeyên îfadeyê, lîste, CIA, WikiLeaks, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de