11:17 21 Tebax 2017
Zindî
    Donald Trump

    Qesra Spî: Îdiaya civîna Trump û Kislyak durûtî ye

    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1120

    Alîkara Berdevkê Qesra Spî Sarah Sanders nûçeyên dibêjin ku Serokê DYAyê Donald Trump bi Balyozê Rûsyayê li Washingtonê Sergey Kislyak re civiya, durûtî ye.

    Sandersê îdiayên dibêjin Trump di Gulana 2016an de li resepsyoneke taybet a li Mayflower Hotelê bi Kislyak re civiya red kirin û wiha got: Çend balyoz beşdarî resepsyonê bûbûn. Serok Trump, tenê 5 deqîqeyan li resepsyonê ma. û dûre di cih de derket podyomê. Nayê bîra me bê Trump li wê derê silav daye kê. Jixwe em ji vexwendin û kontrolê ne berpirsyar bûn.

    Rayedara amerîkî axiftina xwe wiha dewam kir: Lewra durûtiyeke mezin ku mirov bibêje Trump bi Kislyakî re civiyaye û herwiha heta tu bixwazî xapîner e jî."

    Rojnameya Wall Street Journalê îdia kiribû ku Trump û Kislyak Adara 2016an li resepesyoneke taybet civiyane.

    Çapemeniya DYAyê duh careke din ev mijar xistibû rojevê û xwestibû ku Qesra Spî daxuyaniyekê derbarê mijarê de bide.

    Hêjayî gotinê ye ku hinek derdorên li DYAyê gelek caran îdiayên wiha tînin rojevê ku rayedarên giring ji birêveberiya Washingtonê bi Kislyak re dicivin.

    Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Spî yê berê  Michael Flynn ji ber van îdiayan biryara îstîfayê dabû.

    Bi heman mijarî:

    Schwarzenegger: Trump dil ketiye min
    Li Chicagoyê reş û jinan Trump protesto kirin
    Trump Obama tawanbar kir ku li telefonên wî guhdarî kiriye
    Trump ji Kongreyê xwest ku li îdiayên guhdarkirina telefonan bipirse
    Berdevkê Obama, îdiayên Trump ên guhdarîkirinê red kirin
    Nîqaşa Rûsyayê ya di navbera Demokratan û Trump de dewam dike
    Trump di kongreyê de got: Em ê DAIŞê ji ser rûye erdê paqij bikin
    Etîketan:
    Qesra Spî, sergey Kislyak, Donald Trump, Sarah Sanders, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de