19:46 25 Gulan 2018
Kabil

Li Kabilê êrîş: bêtirî 30 kesî hatin kuştin

© AFP 2018 / WAKIL KOHSAR
Cîhan
Lînkê kurt
0 20

Wezareta Parastinê ya Afxanistanê ragihand ku êrîşek li dijî nexweşxaneyeke leşkerî li paytexta Afxanistanê Kabilê pêk hatiye û di encamê de bêtirî 30 kesî hatine kuştin.

Hat ragihandin ku êrîşek li dijî nexweşxaneyeke leşkerî li paytexta Afxanistanê pêk hatiye û di encamê de bêtirî 30 kesî hatine kuştin û bêtirî 50 kesî jî birîndar bûne.

Li gorî AFPê DAIŞê berprisyariya xwe li ser êrîşê ragihandiye.

Ji aliyê din ve, rayedaran berî wê gotibû, sê kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin.

Îro vê sibehê, hatibû ragihandin ku li nêzîkî nexweşxaneyeke leşkerî teqînek pêk hatiye û dûre dengê guleyan hatiye bihîstin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ew teqîn li nêzîkî balyozxaneya DYAyê ye jî.

Wezareta Parastinê ragihand ku 4 êrîşkarên çekdar hebûn û yekî ji wan xwe li ber deriyê nexweşxaneyê teqandiye.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Em dixwazin hevkariya xwe ya aborî bi Afxanistanê re bi pêş de bibin
Êrîşeke bombeyî li Afxanistanê
"Rûsya tenê bi destûra Kabilê dê operasyonê li Afxanistanê pêk bîne
Du leşkerên amerîkî li Afxanistanê hatin kuştin
Li Afxanistanê di 24 saetan de 66 kuştî
Li Afxanistanê êrişa 2yem: 12 kuştî 20 birîndar!
"Li Afxanistanê helîkoptera leşkerî hat xistin"
Rojnamevanê amerîkî û wergêrê wî li Afxanistanê hatin kuştin
"Li Afxanistanê hejmara terorîstên DAIŞê derket 10 hezaran"
Etîketan:
êrîş, kuştî, DAIŞ, Kabil, Afxanistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de