18:48 27 Gulan 2018
Arnold Schwarzenegger

Schwarzenegger: Trump dil ketiye min

© AFP 2018 / Thomas Samson
Cîhan
Lînkê kurt
0 20

Aktorê bi rola xwe ya 'terminator' li seranserê dinyayê navdar bûye, Arnold Schwarzenegger di bernameya televziyonê ya bi navê "şagirt" de derbarê diyaloga xwe û Serokê DYAyê Donald Trump de axivî.

Schwarzenegger beşdarî bernameya radyoya Sirius XMê ya navenda wê li Wahsingtonê ye bû û bersiva pirsyarên derbarê nîqaşên piştî ji bernameya 'The New Celebrity Apprentice' veqetiya derketibûn de axivî.

Piştî ku Trump bû serok û çû Qesra Spî jî, her derbarê Schwarzenegger de di Twitterê de nivîsî. Piştî ku pêşkêşvanî derbarê vê rewşê de wiha pirsî, "Gelo çima Trump evqasî bi we ve mijûl dine? Çima hertim di Twitterê de li ser we dinivîse? Schwarzenegger wiha got: "Dibêjim qey dil ketiye min.

Pêşkêşvanî ji aktorê navdar pirsî, "di nerîna we de sedem ev e?Raboriyeke we ya dirêj bi Trump re heye. Schwarzenegger dîsa gotina xwe dubare kir û wiha got: Erê, wiha difikirim."

"REXNE LI SIYASETA DYAYÊ GIRTIN"

Herwiha Schwarzenegger derbarê siyasetê de jî axivî û wiha got: "Ez polîtîkayê dişibînin rêyan. Çep û rast tijî koncal in lê navend bêtir bi kêrî ajotinê tê. Ji ber vê ez wiha bawer dikim ku îcraat di navendê de ye. Hêvîdar im rojekê siyasetmedar şiyar bibin û biryarê bidin ku di şûna ji bo partiyan bixebitin, ji bo xelkê bixebitin. Ji ber bi vê rewşê bi kêrî ti tiştî nayê û ti tişt temam nabe."

"JI BER TRUMP JI BERNAMEYÊ VEQETIYABÛ"

Parêzgarê berê yê Kalîfornyayê yê ji Partiya Komarî Arnold Schwarzenegger meha borî ragihandibû ku dê ji bernameya 'The New Celebrity Apprentice'(Şagirê Navdar ê Nû)ya ku Trump 'çêkerê wê yê sereke ye' veqete. NBCyê ragihandibû ku Schwarzenegger di şûna Trump de pêşkêş dikir dê di vî sezonî de tine be û sedema wê jî wek ' hebûna têkiliya bernameyê bi Trump' re eşkere kiribû.

Schwarzenegger gotibû, "piştî hat zanîn ku hîn têkiliya Trumpo wek ser-çêkerê bernameyê re heye û hîn pereyan ji bernameyê werdigire, nîvê xelkê boykot kiribû."
Trump jî li ser Twitterê bersiva wan gotinên Schwarzenegger dabû û gotibû, "Arnold Schwarzenegger bi dilxwazî dest ji şagirtî bernade. Schwarzenegger ji ber reytingên kêm(dilsoj) ji kar hat avêtin, lê ne ji aliyê min ve. Dawiyeke nexweş bû ji wê bernameya bêhempa."

 

Bi heman mijarî:

Trump bi serokên Japonya û Koreya Başûr re bi rêya telefonê axivî
Trump biryarnameya bo penaberan yê nû erê kir: Iraq di nav de tine ne
Donald Trump ji bo Mesûd Barzanî nameyek şand
Dîrektorê berê ye Îstixbarata Amerîkayê Clapper îdiayên Trump red kirin
FBI bangî Wezareta Dadê kir ‘îdîaya Trump a Obama red bike'
Trump ji Kongreyê xwest ku li îdiayên guhdarkirina telefonan bipirse
Berdevkê Obama, îdiayên Trump ên guhdarîkirinê red kirin
Li Amerîkayê di navbera alîgir û dijberên Trump de pevçûn qewimîn
Etîketan:
Donald Trump, Arnold Schwarzenegger, DYA, Wahsington
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de