18:16 17 Çile 2018
Zindî
    Mark Toner

    DYAyê sedema derxistina Iraqê ji lîsteya qedexeyê eşkere kir

    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 31

    Wezareta Derve ya DYA daxuyaniyek li ser biryarnameya Serokê DYAyê Donald Trump a qedexeya vîzeyê bo welatiyên 6 welatên misilman da û sedem eşkere kir bê çima Iraqê di nav wan welatan de cih negirtiye.

    Berdevkê Wezareta Derve ya DYAyê Mark Toner sedema bê çima Iraq di biryarnameya nû de cih nagire wiha vegot, vekolandina berfireh a birêveberiya Bexdayê li serdêrên muhtemel û hevkariya herdû welatan li dijî DAIŞê.

    Toner di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane de axivî û destnîşan kir ku herdû sedem jî bibandor bûn ku Iraq ji lîsteyê were derxistin.

    "EBADÎ SERDANA DYAYÊ DIKE"

    Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dê di dawiya meha Adarê de serdana  Qesra Spî bike û bi Trump re bicive. Trump meha borî bi telefonê bi Ebadî re axivîbû û behsa bipêşxistina têkiliyên navbera herdû welatan kiribû.

    Herwiha Trump diyar kiribû ku dê bi birêveberiya Bexdayê re tevbigere daku dawiya terorê bîne û Ebadî vexwendibû bo DYAyê.

     

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî çû serdana Mûsilê
    Arteşa Iraqê avahiya Walîtiya Mûsilê kontrol kir û bi 10an terorîst kuştin
    Wezareta Derve ya Iraqê: Bêhna me gelekî fireh bû
    Iraqê bi Îngilistanê re peymana krêdiya 12 milyar dolaran îmze kir
    Hêzên Dijterorê yên Iraqê serkirdeyekî DAIŞê kuşt
    Arnavutluk jî hêza leşkerî dişîne Iraqê
    'Artêşa Iraqê li Mûsilê şerekî qaremanî dimeşîne'
    Parlementera kurd li parlementoya Iraqê: Ebadî mafê cotyarên kurd nade wan
    Etîketan:
    Heydar Abadî, donald trump, Mark Toner, Iraq, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de